Newroz li bajarê Bremen ê Elmanyayê bi şevekê hat pîrozkirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Koma Volkanê Şoreşê sirûda “Ey Reqîp” xwend. Şev bi axaftina nûnerên NAV-DEM, PYD û Kongreya Îslamî ya Demokratîk dest pê kir. Qisekeran cejna Newrozê pîroz kirin û xwestin, di referandûma 16’e Nîsanê de dengê NA bê dayîn. Piştre Hozan Demhat, Sîmar, Dilo Dogan, Koma Agirê Rojava, Hejar Alîen, Sîvan, Şahiya Kursiya Zerîn derketin ser dikê.
BREMEN