
LOKMAN TURGUT
Newroza ku piştî zor û zilma li miletê Kurd veguherî cejna berxwedanê, ji berê ve di nava Kurdan de weke sersalê tê pîrozkirin. Adet û rêûrisma Kurdan jî weke sersalê, qulibîna salê, destpêkeke nû cih dide vê rojê. Di destanên Kurdî de, di cureyên din ên wêjeya devkî ya Kurdî de Newroz cihê xwe digire. Yek ji navdartirîn şairê Kurdan Ehmedê Xanî jî, di menzûmnameya xwe ya şaheser “Mem û Zîn”ê de Newroz ji bîr nekiriye.
Xanî behsa Newrozê dike, ji bo ku her du qehremanên xwe yên eşqa heqîqî li meydana pîrozbahiya sersalê bi hev bide dîtin û dilê wan bixe hev. Beriya wê jî behsa wê yekê dike, ka li gorî hesab û adeta Kurdî Newroz kengî tê pîrozkirin:
Dastana beyana Newroza Sultanî
Tesmiyeê mewsimê surûr û şadimanî
Bi mersûmê qedîmê Kurdîstanî
Ku wan digotê sersal ‘Ed dikirin bi ‘îdê wîsal
Danayê mu’emmerê kuhensal
Ev rengehe go ji bo me ehwal:
Go: “Adetê pêşiyê zemanan
Ev bû li hemî cih û mekanan:
Weqtê we ku şehsuwarê xawer
Tehwîli dikir di mahê Azer
Ye’nî ku dihate burcê sersal
Qet kes nedima di mesken û mal
Bîlcumle diçûne der ji malan
Hetta digihîşte pîr û kalan
Mîna artêşek biçe seyranê
Çawa li jor jî destpêka behsê ye, nîşana sereke ya Newrozê ew e ku xelk hemî biçe seyrangehan. Ev çûna seyrangehan di heman demê de ji bo ku talib û metlûb ango aşiq û maşûq hev bibînin jî dibin wesîle. Vê yekê jî di dewamê de Xanî wiha terîf dike:
Roja ku dibûye Îdê Newrûz
Te’zîmi ji bo dema dilefrûz
Sehra û çîmen dikirne mesken
Beyda û dîmen dikirne gulşen
Xasma ‘ezeb û keçê di bakir
Elqisse cewahirê di nadir
Têkda di muzeyyen û mulebbes
Vêkra li teferrucê murexxes
Lêkîn ne bi tuhmet û minnet
Belkî bi terîqê şer’ û sunnet
Lewra ku ewan xered ji geştê
Meqsûd ji çûyîna deştê
Ew bû ku çi talib û çi metlûb
Ye’nî du teref muhibb û mehbûb
Ev herdu celeb ku hev bibînin
Kufwê di xwe ew ji bo xwe bînin
Ji bo bêgunehiyê gelemperî ye
Bi her halî ji bo Ehmedê Xanî gelekî girîng e îşaret bi wê yekê bike ku tevahiya xelkê bajêr, xan û manên xwe diterikînin û berê xwe didin seyrangehê, deştê û sersal û geştê:
Bi derketina şehiriyan e bi deştê
Ji bo seyrana sersal û geştê
Dewra felekê ji bextê feyrûz
Dîsan ku numa ji nû ve Newrûz
Mebna li wî ‘adetê mubarek
Şehrî û sîpahiyan bi carek
Bajêr û kelat û xanî berdan
Teşbîh bi nejdiyan û cerdan
Sef sef dimeşîne kûh û deştan
Ref ref dixwuşîne seyr û geştan
Esnafê umem sîxar û kubbar
Qet’a qe nema di şehri deyyar
Rabûne ve xanim û xewatîn
Wan jî tijî gul kirin besatîn
Hûran kire meskenê xwe cennet
Bê perde û bê melal û minnet
Ji bo talib û metlûban
Ji zarok û pîr û kalan heta bi keç û xortên nûgihayî, her kes berê xwe dide seyran û meydanên pîrozbahiya Newrozê, û ev yek ji bo evîn û işqê jî bivê nevê ye:
Dûşîze û duxter û ruwalan
Pakîze’îzar û zulf û xalan
Etrab û kewa’ibê di ‘ezra
Murdan û murahiqê di zîba
Eshabê qumaşê lutfê ruxsar
Erbabê meta’ê husnê dîdar
Sewdakerê işqê bûn di bazar
Hem baî’ê husn û hem xerîdar
Sersalî û bakir û ruwalan
Sedsal û cuwan û pîr û kalan
Sersali bi resm û rahê me’hûd
Gêran diçû meqamê mehmûd
* Hemû beyt ji Mem û Zîn a Xanî, ji çapa Weşanên Avesta ya sala 2010´ê hatine girtin ku Kadri Yildirim wergera wê û analîza wê ya biwêjan kiribû.