Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KJK’ê Zulkuf Gezen weke şopdarê nû yê xeta berxwedanê ya Sema Yuce bi nav kir û got, “Peyama çalakiya Zulkuf Gezen eşkere ye. Hevrê Zulkuf Gezen nîşan da ku Newroza 2019’an roja berxwedan, têkoşîn û serhildanê ye. Îşaret bi serdemên têkoşîn û berxwedanê kir ku kelehên zilmê yên zaliman hildiweşandin. Gelê me divê li dora bibîranîna vî hevrêyê me berxwedanê mezin bike û hesab ji faşîzmê bipirse. Em bang li ciwanên Kurd dikin ku bersiva pêwîst bidin bibîranîna hevrê Zulkuf Gezen ku nûnerê berxwedan û ruhê berxwedêr ê ciwanan e.”
Di daxuyaniyê de soz hate dayin ku wê bersiva pêwîst bidin bîranîna nûnerê xeta lehengî û fedayî Zulkuf Gezen û têkoşînê bi ser bixînin.
KJK’ê sersaxî ji malbata Gezen û gelê Kurd re xwest û got, “Haya me jê heye ku divê em; jin û gel Newroza 2019’an bi biryardarî û soza mezinkirina berxwedan û têkoşînê pêşwazî bikin. Peyam hatiye dayin ku me bi berxwedan û têkoşîneke mezin dest bi biharê kiriye. Ya ku divê were kirin, fêhmkirina vê peyamê û bicihanîna wê ye. Bi sekn û helwêsta berxwedana fedayî ya şehîdên me, em ê tecrîdkirina Rêberê xwe bi dawî bikin.” KJK’ê di dawiyê de got, xwedîderketina bi xurtî ya li Zulkuf Gezen, xwedîderketina li têkoşînê wezîfeya wan e: “Lewma em Newroza 2019’an bi îdîa û biryardariya ‘Berxwedana jinê rê li ber azadiyê vedike, em ê dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’, Newroza 2019’an pêşwazî dikin.”
ANF / BEHDÎNAN