Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, diyar kir ku niha bi hezaran welatî li qada Newrozê kom bûne û herikîn qada Newrozê.
Duh ji serê sibê de bi hezaran welatiyên ku li tax, kolan û navçeyên Stenbolê xwe bi cil û bergên rengîn xemilandin li gelek tax, navçe û kolanên Stenbolê kom bûn û ber bi qada Newrozê ya Kazliçeşmeya Zeytînbûrnûyê ve meşiyan. Girseya ku berê xwe da qada Newrozê li gelek nokteyên lêgerînê rastî astengî û mudaxaleya polîsan hatin. Girseyên ku demek dirêj bi polîsan re ketin nava pevçûnê, astengî û bendên polîsan şikandin û ketin qada Newrozê. Bi hezaran welatiyên ji kolanên Topkapi Mîllet, Vatan û gelek kolanên din kom bûn ber bi qada Newrozê ve herikîn. .

Bendên polîsan şikandin 

Li Stenbolê li aliyekî bi hezaran kesên ku dixwazin biherikin qada Newrozê û bîrozbahiyê pêk bînin ji ber rastî bendên polîsan hatin, li aliyê din bi hezaran kesên ku bendên polîsan kişandin û derbasî qada Kazliçeşmeya Zeytînbûrnêyê bûn Newrozê pîroz kirin. Li taxên Kartal û Kanaryayê yên navçeya Kuçukçekmeceyê bi hezaran kesên ku rastî astengiyên polîsan hatin, agirê Newrozê pêxistin û Newroz pîroz kirin. Li semtên Zeytinburnu û Topkapi jî bi sedan kesên ku xwestin biçin qada Newrozê û rastî astengiyê polîsan hatin bi polîsan re ketin nava pevçûnê. Her wiha girseya ku li qadên Topkapi û Cevîzliibagê kom bûn. Girseya ku xwest ber bi qada Newrozê ve bimeşe rastî mudaxaleya polîsan a bi bombeyên gazê û ava şit hat. Bi hezaran kesên ku xwestin derbasî qada Newrozê bibin rêya bejayî ya E-5 ji trafîkê re girtin. Bi hezaran kesên li kolanên Zeytinburnu ji kom bûn, ji bo derbasî qada Kazliçeşmeyê bûn.
Bi hezaran kesên ku li ber avahiya BDP'ê ya Başakşehira Stenbolê kom bûn li gel hemû astengiyên polîsan bendên polîsan derbas kirin û derbasî qada Newrozê bûn. Bi hezaran kesên ku rastî astengiyên polîsan hat, "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e" berz kirin astengiyên polîsan şermezar kirin. Bi hezaran kesên bendên polîsan şikandin û ber bi Midûriyeta Polîsan a Guvercintepe ve meşiyan. Bi sedan kesên ku li navçeyên Beyoglu û Haciahmetê kom bûn, bendên polîsan kişandin û derbasî qada Newrozê bûn. Koma ku li ber Fakulteya Cerrahpaşayê jî kom bûn rastî mudaxaleya polîsan hatin. Girseyê li hemberî bombeyên gazê bi keviran bersîv da polîsan. Bi hezaran kesên li taxa Kanarya kom bûn, li gel hemû astengiyên polîsan meşiyan. Polîsan maşîneyên BDP'ê asteng kirin û seferên otobusên ÎETT'ê hatin betalkirin. Ji ber vê yekê gelê taxê rabû ser piyan. Bi hezaran kesên li taxê kom bûn, dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Newroz pîroz be" berz kirin. Girsê bi dirûşmeyan bertek nîşanî polîsan dan û bi pankartên xwe beşa xwe berdem dikin. Bi hezaran kesên hatin astenkirin Posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vekirin û Newroz pîroz kirin.

Li Kartalê meş
 Li navçeya Kartalê jî bi hezaran kesên li ber avahiya BDP'ê kom bûn, xwestin bimeşin qada Newrozê. Bi hezaran kesên ku xwestin bimeşin û rastî mudaxaleya polîsan hatin çalakî pêk anîn. Komê piştî demekê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Pişt re girsê bi def û zurneyan meş pêk anî. Bi hezaran kesên li ber avahiya BDP'ê ya Başkaşehirê jî kom bûn, li gel astengiyan dest bi pirozbahiya Newrozê kir. Li Stenbolê li aliyekî Newroz hat pîrozkirin û li aliyê din pevçûn û rageşiya li Stenbolê pêk hat. n STENBOL

Rêveberên BDP’ê Zengîn qetil kirin
Li Stenbolê hêzên dewletê bi çavsorî êrîşî girseya ku xwesin Newrozê pîroz bikin û di encamê de rêveberê BDP’ê Hacî Zengîn ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin.  Li gorî rêvebirên BDP'a Stenbolê dane Haci Zengînê ku di encama bombeya gazê de ji serê xwe birîndar bûyî li nexweşxana Dewletê ya Arnavutkoyê jiyana xwe jidest da. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî di twitterê de ev kuştina Zengîn piştrast kir.Pevçûnên ku di navbera girseya ku ji bo Newrozê pîroz bike heya saetên êvarê jî dewam kirin. Di encama êrîşa polîsan de gelek kes birîndar bûn. Di saetên nûçeya me dihate amadekirin de li gelek cihê Stenbolê berxwedana Kurdan li dij êrîş û terora polîsan berdewam dikir. 

STENBOL