Leyla guven got, “Newroza Îsal wê bibe ya Zulkuf Gezen.” Wê got, “Ez ê bi dil û ruhê xwe li wir bim. Hûn jî li meydanê bibim bedena min.”

Leyla Guven a ku ev 134 roj in di greva birçîbûnê de ye, peyama Newrozê da û got, ‘’Navê Newroza îsal Zulkuf Gezen e. Em heval Zulkuf ku piştî 12 salan vegeriya ser xaka xwe li qadên Newrozê silav bikin. Guven wekî din bersiv da serokê giştî yê Òmnium Cultural Jordi Cuixart ê Katalan û got, ew ê ti carî bêhêvî nebe.

Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemergê Leyla Guven ku ji bo bidawîkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 134 roj in di greva birçîbûnê de ye, li ser hesabê xwe yê Twitterê peyama Newrozê weşand.

 

Peyama Newrozê ya Leyla Guven wiha ye:

 

Li meydanê bibin bedena min

“Gelê hêja yê Amedê, dîrokê Newrozên we yên ku we bi wan dîrok nivîsîye, ji bîr nekiriye. Belê Amed! Navê Newroza îsal Zulkuf Gezen e. Em heval Zulkuf ku piştî 12 salan vegeriya ser xaka xwe li qadên Newrozê silav bikin. Ez ê bi dil û ruhê xwe li wir bim. Hûn jî li meydanê bibim bedena min.”

Em her bi hêvî ne

Serokê rêxistina civaka sivîl a Katalan a bi navê Òmnium Cultural, Jordi Cuixart ku ji ber daxwaza serxwebûnê hate girtin, berî du rojan nameyeke piştgiriyê ji Hevseroka KCD’ê Leyla Guven re nivîsîbû. Guven bersiv da nameya Cuixart û got, “Hevrêyê min ê hêja, nameya te gihîşt ber destê min. Tevî ku em di nava şert û mercên zindanê de ne, ji ber ku we ev hestên xwe yên xurt gihandin min, malavahiya we dikim.

Dostê min ê hêja, mîna ku Hypatia dibêje, ‘Ti ji me naşibin hev. Lê belê tiştên ku me digihînin hev ji tiştên ku me ji hev cihê dikin, zêdetir in. Em hemû xwişk û bira ne’. Em, yanî Kurd û Katalan, li cografyayên cuda jî bin ku ziman, çand, nasname û hebûna xwe qedexe ye, di êş, hêrs, raperîn, berxwedan û wêrekiyê de dibin yek. Nietzsche dibêje, ‘Berê xwe bide hezkirin û afirîneriyê birayê min. Edalet wê piştre bide ser şopa te’.

Berî salekê ji ber ku min operasyona dewleta Tirk a li dijî bajarê Efrînê yê Rojava weke ‘dagirkerî‘ bi nav kir, ez hatim girtin. Heta ku feraseta yekperest a netewe dewletan hebe wê têkoşîna me jî bidome.

Zulkuf bersiv da

Hevrêyê min ê hêja, weke ku hûn jî zanin, em; yanî ez û bi hezaran hevalên min di greva birçîbûnê de ne. Tevî hemû hewldanên xwe jî me nekarî dengê xwe bidin bihîstin. Ji bo em karibin bêhiqûqiya dewleta TC a li me dike vebêjin, ji bilî vê çalakiyê rêyeke din nema. Bi vê rêyê me xwest her kes pê zanibe ku Birêz Abdullah Ocalan tecrîdkirî ye û em dixwazin saziyên navneteweyî bikevin nava liv û tevgerê. Di çalakiya xwe ya greva birçîbûnê de me demsalek li pey xwe hişt, lê hîn jî tecrîd didome û rayedar li pêşberî daxwaza me bêdeng in. Xuya ye ew ji me dixwazin ku em berdêlê bidin. Halbûkî dema me dest bi vê rêwîtiyê kir, me berdêl dabûn pêş çavên xwe.

Hevalekî min ê ciwan ê li zindanê, girtiyê siyasî Zulkuf Gezen bersiv da vê bêdengiyê. Zulkuf ciwanekî Kurd bû ku li navçeya dîrokî ya Amedê li Sûrê di nava şer de ji dayik bû. Sala 2007’an hate girtin û cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hate birrîn. 12 sal bûn ku di girtîgehê de bû. Zulkuf li zindanê çalakiya fedayî kir û xwest dawî li bêdengiyê bîne. Hevrêyê me Zulkuf mîna lehengên me yên din hemûyan cihê xwe di dilê gelê xwe de girt.

Em bê hêvî nabin

Ez careke din spasiya we dikim ji ber piştgiriya we. Weke ku Birêz Ocalan dibêje, ‘Hêvî hêjatir e ji serketinê’. Mîna ku ji vê gotinê jî tê fêhmkirin, em ê ti carî bêhêvî nebin.

Em zanin, dinyayeke ku paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê lê serdest e, jiyaneke azad a li gorî dilê her kesî dikare bê afirandin. Weke ku lehenga gel Baby Sands jî dibêje, ‘Roja me jî wê were’. Roja gelên bindest wê were. Em ê teqez bi ser kevin!”