Pîrozbahiya Newroza Duhokê ku ji aliyê PÇDK û RJAK’ê ve hatibû organîzekirin bi peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di Newroza Amedê de hat xwendin de dest pê kir. Dema ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin ji aliyê girseyê ve bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ hat pêşwazîkirin. Piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîb axaftineke kir.

Di axaftinê de Xerîb diyar kir ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wan talîmatek e û wiha got: “Di peyamê de Rêberê Gelê Kurd banga yekitiyê li gelê Kurd dike dê em jî ev peyama Rêberê Gelê Kurd bînin cih û çi têkeve ser milê me dê em ê bikin. Tevlibûna Newroza 2013’an ji tevlibûna salên çûyî zêdetir bû ev jî dide xuyakirin ku ev girseyên ku tevli pirozbahiyên Newrozê bûne ji bo peyama Rêberê Gelê Kurd bûne bersiv.”
 
Dem dema yekitiyê ye

Piştî axaftina Xerîb li ser navê KNK’ê endamê KNK’ê Kamuran Berwarî axivî û diyar kir ku dê êdî gelê Kurd neyê xapandin û wiha pêde çû: “Di peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de çekdanîn derbas nabe, ji bo ku aştiyeke pêk bê çareseriyên demokratîk û rawestandina dengê çekan derbas dibe. Ez bang li hemû partiyên Kurdan û hêzên çekdar dikim ku di her mijarê de bibin wekhev û yekitiya xwe xurt bikin.” Berwarî herî dawî ev tişt got: “Pêvajo ji bo Kurdan pêvajoya wekhevî û yekitiyê ye.” Her wiha di pîrozbahiyê de peyamên Hemwelatiyên Azad û Yeksan, TEVDA û Partiyê Çepgir a li Rojava hat xwendin. Piştî xwendina peyaman hunermend Dengbêj Celo, Eyup Kakayî, Beyar, Ehmed Îke, Koma Penaber, Zozan û Kawa bi stranên xwe gel coşandin. 

DÎHA/DUHOK