Partiyên tifaqa Kurdistanî: Îro jî li dijî zilmê agirê berxwedanê belavî her derê bûye. Ji Baxoza Dêra Zorê heta Kobanê û Cizîr û Stenbolê, zilm têk diçe, berxwedan bi ser dikeve.

KCD, HDP û DBP li gel partiyên din ên Kurd li Amedê bi dirûşma, ‘’Bi teqezî em ê bi ser bikevin, tecrîdê bişkînin’ deklerasyona Newroza 21’ê Adara 2019’an bi raya giştî re par ve kir. Civîn li otelek Sûrê ya Amedê hat lidarxist.Di civînê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan, Parlamentera HDP’ê Bero dundar, nûner û hevserokên partiyên Kurd Partiya Kominîst a Kurdistan, Hareketa Azadî, Komeleya Şoreşgerên Demokrat ên Kurd (DDKD), TJA, Partiya Însan û Asadî, Platforma Demokratên Kurd-Bakur (PDK-Bakur) û Partiya Demokrat a Kurdistan a Tirkiye (PDK-T) û gelek nûneren din amade bûn.

Deklerasyona Newrozê ji aliyê  Hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk ve hat xwendin.

Em ê teqez bi ser kevin

Berdan Ozturk balkişand ser weteya newrozê ji gelan û got;“Newroz bi hezaran sal e, hem ji aliyê gelê Kurd ve hem jî aliyê gelên bindest ve wekî sembola berxwedanê tê pîrozkirin. Em ê jî Newroza îsal bi wê daxwaza berxwedanê û bi dirûşma “Em ê teqez bi ser kevin, tecrîdê bişkînin” pîroz bikin. Newroz li gorî taybetmendiya wê ya dîrokî û girîngiya wê, ji bo gelê Kurd berdewamkirina mîrasa wê berxwedanê ye. Ew berxwedan îro ji bo gelê Kurd wek meseleyeke man û nemanê ye. Ew berxwedan li dijî zilmê wek berxwedana mazlûman di hişûbîrê civakan de cih girtiye. Ev roj roja vejînê ye, roja hişmendiya hebûnê ye.

Tecrîdê ji bo înkarê bi kar tîne

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di dewamê de helwêsta dewleta Tirk a li dijî îradeya gelê Kurd jî nirxand û got; “Bloka AKP-MHP’ê bi polîtîkayên nijadperest û înkarê, şerê heyî kûr dike û li dijî gelê Kurd, hestên nijadperest yên civaka Tirkiyeyê bi kar tîne. AKP-MHP, dixwaze gelan bîne pêşberî hevdu û hebûna xwe li ser vê çerxa nijadperest ava dike. Ev blok hemû çavkaniyên Tirkiyeyê ji bo kûrkirina şer, ji bo domandina înkarê bi kar tîne. Lê pergala faşîzma AKP-MHP’ê ya şer, pevçûn û talanê êdî nêzikî rojên xwe yên dawî bûye. Lewma jî her ku diçe zêdetir êriş dike, zilm û zora xwe tîne asteke hovane.”

Agirê berxwedanê  belavî her derê bûye

Di deklerasyonê de îşaret bi tecrîdkirina Ocalan û têkoşîna li dijî tecrîdê ji hat kirin û hat gotin; “Divê neye jibîrkirin, tecrîd îro li ser tevahiya civakê hatiye belavkirin. Hemû civak di bin tecrîdê de hatiye fetisandin. Tecrîd, qeyrana aborî ye, kûrbûna şer e, têkçûna cotkariyê, talana xwezayê ye. Tecrîd, bêkarî, xizanî ye. Dixwazin ku vê qeyranê, bi êrîşkirina gelê Kurd, bi belavkirina tecrîdê veşêrin. Ji ber ku li dijî zilma wan agirê berxwedanê yê Newrozê belavî her derê bûye. Ji Baxoza Dêra Zorê heta Kobanê û Cizîr û Stenbolê, zilm têk diçe, berxwedan bi ser dikeve.”

Em bi hev re silavekê bidin biharê

Deklerasyona Newrozê bi wan gotinan bi dawî bû: “21’ê Adarê, li dehan bajaran, li sedan navçeyan, û bi hezaran gundan, em ê Newrozê bi hev re pîroz bikin. Em ê Newrozê bikin roja biryardarî, bawerî û dilsoziyê û silavekê bidin biharê. Em bi dil û bi biryar in. Ev jiyan dê bi têkbirina faşîzmê watedar bibe. Bi vê hişmendiyê, bi ruhê vejînê, em hemû dilxwazên azadiyê, hemû gelên bindest, dawetî cejna Newrozê dikin. Werin em bi hev re silavekê bidin biharê û tîrêjên azadiyê. Werin di rêya aştî û azadiyê de, em bi agirê Newrozê ronî û germ bibin. Ji niha ve Newroz Pîroz Be…’’

 

  MA / AMED