
Li Minbic, Heleb û Efrînê şahiyên bi coş ên Newrozê hatin lidarxistin. Kurdên li Libnanê jî di şahiya Newrozê de li hev civiyan.
Şahiya Newrozê ya bajarê Minbicê bi pêxistina agir ku ji aliyê dayikên şehîdan ve pêk hat dest pê kir. Şêniyên bajarê Minbicê û gundewarên wê bi beşdarbûna şêx, rûspî, şandeyeke ji Kantona Kobanê ku ji Serokê Desteya Parastinaê Esmet Şêx Îsam û Tevgera Civaka Demokratîk, Kongreya Star û komên hunerê yên pêk dihat, ji Kantona Cizîrê jî komên çand û hunerê beşdarî şahiyê bûne. Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê dayîkên Şehîd Çekdar Kewser Hemê, dayika Şehîd Enes El-Ehmed Emîna Ebdullah, dayika Şehîd Nîzar Semo Edle Hecî û dayika şehîd Mehmûd Doşka Emîna Mihemed agirê Newrozê pêxistin.
Şahiya Newrozê bi stranên filoklorî yên Koma Kevana Zêrîn a Kantona Cizîrê didome berdewam kir.
Li Efrîn û Helebê agirê Newrozê
Şêniyên Efrînê û ciwanên Helebê bi dirûşmeyên azadiya gelan û fedraliyê cejna Newrozê bi şahî û meşa bi meşeleyan pîroz kirin.
Bi hezaran Kurdistanî, endamên Desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Saziyên Sivîl, endamên Tevgera Civaka Demokratîk û Kongreya Star tevlî şahî û çalakiyên Newrozê bûn.
RACO: Şêniyên gundê Meydana ya girêdayî navçeya Raco a kantona Efrînê cejna Newrozê pîroz kirin û bi sedan şêniyên navçeyê û gundê wê tevlî şahiyê bûn. Şahî li dibistana têkoşer Engîzek a seretayî ya gundê Meydana hat organîzekirin. Dibistan bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên kesk, sor û zer hatibû xemlandin. Koma şehîd Dilsoz di şahiyê de awazên şoreşgerî û gelêrî pêşkêş kirin. Koma şehîd Diyar jî floklorên gelêrî gerandin.
CINDIRÊS: Desteya Çand û Huner li navçeya Cindirêsê bi boneya cejna Newrozê şahî lidar xist. Şahî li navenda Çand û Hunerê ya navçeya Cindirêsê pêk hat û bi sedan şêniyên navçeyên û gundên wê, şervanên YPJ/YPG`ê, Hêzên Asayîşê û endamên saziyên sivîl tevlî şahiyê bûn. Piştî axavtinan koma Şehîd Denêz û Koma Kulîlkên Efrînê ya zarokan awaz pêşkêş kirin. Koma şehîd Arîn û ya Ciwanên Rojava govendên floklorî gerandin.
HELEB: Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) li taxa Şêxmeqsûd meşa bi boneya cejna Newrozê meşa bi meşeleyan organîze kir û bi sedan ciwanê taxa Şêxmeqsûd û taxên rojhilat ên Helebê tevlî meşê bûn. Ciwanan di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YCR`ê û meşela rakiribûn û dirûşmeya `Bijî berxwedaniya ciwanan li Bakurê Sûriyeyê` berz kirin.
Ciwan li hemû kolanên taxa Şêxmeqsûd meşiyan û li qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd rawestiyan.
KOBANÊ: Bi dirûşmeya “Newoza Îsal xala guhertinê ber bi Federaliya Bakurê Sûriyê ye” Partiya Demokratîk a Kurd-Sûriya şahiya pîrozbahiya Newrozê lidar xist. Salona şahiyê ya li başûrê Kobanê, bi wêneyên têkoşerên partiyê yên di Şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest da, alên partiya Demokratîk a Kurd-Sûiya, YPG/YPJ‘ê û dirûşmeyên “Serkeftina Kobanê ya li dijî terorê, serkeftina tevahî cîhanê ye, çareseriya siyasî û aştiyane riya tekane ya xelaskirina Sûriyê ji aloziyê ye” hatibû xemilandin.
Di şahiyê de, fermandarên YPG‘ê, rêveber û endamên asayîşê, saziyên civaka sivîl, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partiyên Siyasî, endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava û şervanên Erka Xweparastinê û bi dehan şêniyên kantonê amade bûn.
Di dawiya şahiyê de, komên stranan, koma Yekta Herekol a girêdayî Navenda Çandê ya Baqî Xido daketin ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin. beşdaran jî li gelê stranan xelekên dîlanan gerandin.
NAVENDA NÛÇEYAN