Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattin Demîrtaş, qada Newrozê ya Amedê ziyaret kir û li venêrtinê de diyar kir ku dê îsal Newroza 2012’an bibe Newroza herî mezin û bi coşek herî mezin Newrozê pîroz bikin. Demirtaş, da zanîn ku hemû kesên dixwazin pêşeroja xwe bi destê xwe diyar bikin ji zarok heta mezinan divê her kes tev li pîrozbahiyê bibe û daxwazên xwe bîne ziman.
Di çarçoveya amadekariyan de pankart û afîşên bi Kurdî  û Tirkî hatin daliqandin û banga tevlêbûnê tê kirin. Li qada Parka Newrozê ku her sal milyonek mirov lê pîrozbahiyê pêk tînin, amadekariyên pirozbahiyê dest pê kir.  Di çarçoveya amadekariya Newrozê de Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattin Demîrtaş, parlementerên BDP’ê, Şaredarên BDP’î yên Amedê û Hevseroka BDP’ê ya ya Amedê Zubeyde Zumrut venêrtin kirin. Di venêrtina qadê de Selehattîn Demirtaş, anî ziman ku dê îsal Newroza herî mezin pêk bînin.

Dê wesayin bê pere bin 
Demîrtaş, piştî venêrtin kir û agahî girtin, ani ziman ku îsal dê di cîhanê de Newroza herî mezin û bi coş pîroz bikin û wiha got: „Di cîhanê de tenê qada taybet a Newrozê li Amedê ye û dê îsal newroza herî mezin û bi coş pîroz bikin. Newroza îsal ji bo wan ji her salê bêtir bi wate ye. Îsal dê her kes daxwaza xwe ya nasname, statu û ziman bînin ziman. Gelê Kurd dê di vê Newrozê de peyama xwe bidin hemû cihanê. Hemû amadekariyên xwarin, vexwarin, tuwalet, tenduristî, ragihandin û yên teknîkî tev temam bûne.

‘Îsal dê mezintir be’
Demîrtaş, bilev kir ku dê Newroza Îsal ji Newroza 2011’an bêtir bi coş û mezintir bê pîrozkirin û wiha dawî li axatina xwe anî: „Em hemû gelê xwe yê gund, navçe û derdorê tawetî pîrozbahiyê dikin.Gerek Newroza îsal di Rojhilata Navîn de bibe Newrozek dîrokî û herî mezin. Divê gelê Kurd ji bo daxwazên xwe yên azadiyê diyar bikin bên qada Newrozê û biqîrin.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê jî anî ziman ku amadekarî bi dawi bûne û dê roja Newrozê hemû maşîne bê pere xizmeta welatiyan bikin

AMED /DÎHA