Li paytexta Ingilîstanê Londonê, bi hezaran Kurdistanî tevî dostên xwe beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Pîrozbahî li Finsbury Park a li Londonê pêk hat û gelek parlamenterên Brîtanyayî, sendîkavan û aktîvîst jî beşdar bûn. Meydana Newrozê bi alên PKK, YPG û YPJ’ê hate xemilandin û wêneyên Leyla Guven, Îmam Şîş, Nasir Yagiz û gelek posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.
Hevserokên Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Ercan Akbal û Besîme Başar destpêkê axivîn û berxwedêrên greva birçîbûnê û çalakgerên fedaî silav kirin. Akbal û Başer diyar kir ku pêngava berxwedanê bi Newrozê re gihiştiye qonaxeke nû û di encamê de wê faşîzm teqez têk biçe.
Hevserokê Partiya Keskan Jonathan Barley, parlamenterê Partiya Karker Loyd Russel Moyle, Şaredarê Hackneyê Phillip Glanville, Parlamentera Haringeyê Catherine West, Parlamenterê berê yê HDP’ê Osman Baydemîr, sendîkavan û rêxistinên girseyî yên çep demokratîk li pîrozbahiyê axivîn û peyamên piştgiriyê dan. Qisekeran bang li dewleta Tirk kir da ku gavê biavêje.
Alî Poyraz, Mehmet Saît Yilmaz û Nahîde Zengîn ku ji 14’ê Adarê ve li Londonê di greva birçîbûnê de ne, li meydana pîrozbahiyê bi coş hatin pêşwazîkirin. Poyraz li pîrozbahiyê axivî û diyar kir ku pêngava berxwedanê ya grevên birçîbûnê wê bi ser keve, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bi dawî bibe û faşîzma AKP-MHP’ê wê têk biçe.
Di pîrozbahiyê de koma govendê ya Fîraz Dag, Seyda Perînçek, Chopy Fatah û Grûp Seyran derketin ser dikê.
LONDON