Li bajarên rojavayê Kurdistanê doh Newroz ne tenê weke cejnê, lê weke peyam û qesema rizgarkirina Newrozê hat pîrozkirin. Li Kobanê, Qamişlo, Dêrik, Amûdê, Serêkaniyê, Tirbesipiyê, Şehba û gelek bajarên din pîrozbahiyên bi heybet hebûn.

Doh sibehê bi deh hezaran şêniyên Kobanê berê xwe dan cihê pîrozbahiyê ku li ser girê Miştenûrê bû.

Destpêkê agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hat pêxistin. Paşê hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Enwer Muslim, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid Mehbaş, endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Birkul axivîn.

Her wiha ji fermandadrên QSD`ê Heqî Kobanê axivî û Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û îşaret bi serketin û destkefiyên QSD`ê kir.

Keça Murray Bookchin Debbie Bookchin jî Newroz li tevahiya gelê Kurd pîroz kir. Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Ehmed Xoce bi navê 19 partiyên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî û got, Newroza îsal di kêliyên dîrokî de tê pîrozkirin, di kêliyên serketina li dijî çeteyên DAIŞ`ê.

Li Qamişlo Newroza rengîn

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo jî doh sibehê berê xwe da cihê şahiya Newrozê ya li gundê Hîmo.

Agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hat pêxistin.

Di pîrozbahiyê de endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif, ji rêveberên Kongreya Star Minîca Heyder dê biaxivin. Paşê dê stran ji aliyê koma Erka Xweparastinê, Koma Amara, Koma Zîlan, Koma Dîlan ve dîlan û stranên gelêrî hatin pêşkêşkirin.

Bi deh hezaran şêniyên bajarê Dêrikê û navçeyên wê jî berê xwe da qada pîrozbahiyê û Newroz pîroz kir. Her kes bi cil û bergên xwe yên gelêrî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Piştî rêzgirtinê, agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hat pêxistin û li dengê Rêberê Gelê  Kurd Abdullah Ocalan hat guhdarîkirin.

Li navçeya Amûdê, pîrozbahiya Newrozê bi pêxistina agirê Newrozê dest pê kir. Bi hezaran şêniyên navçeyê li gundê Çaxir ê girêdayî navçeyê kom bûn û bi cil û bergên xwe yên gelêrî Newrozê pîroz kirin.

Rêya me ya berxwedanê ye

Bi hezaran şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer û nûnerên Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê tev li pîrozbahiya Newrozê bûn. Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telet Yûnis di pîrozbahiya Newroza Girkê Legê de got, "Ji destpkê ve rêya me rêya berxwedanê ye. Bi berxwedan û têkoşînê em ji Dehaqan hatin rizgarkirin. Îro jî bi berxwedan, têkoşîn û îradeyê em herêmên xwe ji DAIŞ`ê rizgar dikin û bi heman ruhî em ê Efrînê rizgar bikin."

Şêniyên Serêkaniyê jî Newroz li gundê Eyn Hisanê pîroz kir. Piştî rêzigirtinê agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hat pêxistin.

Şêniyên navçeya Tirbespiyê bi pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan, bi dirûşmeya "Bi ruhê Newrozê em ê tecrîdê bişkînin û Efrînê rizgar bikin“, Newrozê pîroz dikin. Pîrozbahî li herêma Dirêcîkê ya rojhilatê navçeyê tê lidarxistin.

Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Hekem Xelo di pîrozbahiyê de got, "Em Newroza îsal di qonaxeke dîrokî de pîroz dikin û ew qonaxa berxwedan û serketinê ye."

Piştî tinekirina DAIŞ´ê Em ê Efrînê rizgar bikin

Di pîrozbahiya bi heybet a li herêma Şehba de Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed beşdar bû, wê Newroz li hemû şêniyên Efrîn, Şehba û cîhanê û bi taybet Berxwedana Serdemê ya şêniyên Efrînê pîroz kir.

Îlham Ehmed got, girêdana şêniyên Efrînê bi rêgezên xwe û serî netewand û parastina nasnameya xwe, hemû cîhan matmayî hişt, êdî cîhan berxwedana wan dike mînak. Îlham Ehmed destnîşan kir ku binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê ji kiryar û siyasta DAIŞ`ê li Sûriyê ne cuda ye, ji ber ku DAIŞ bi hişmendiya dagirker tev digere.

Îlham Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Hewldanên me yên siyasî, dîplomatîk û leşkerî, piştî tinekirina DAIŞ`ê dê Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bikin.”

 

NAVENDANÛÇEYAN