Di çarçoveya çalakiyên Hefteya Newrozê de, Komeleya Dostaniyê ya Danîmarka-Kurd “Kurdisk Forûm” li avahiya parlamentê Qesra Chrîstîansborgê konferansek li ser Newrozê li dar xist. Serokwezîrê Kanadayê Justin Trûudeau jî bi rasthatina Newrozê peyameke bi dîmen a pîrozbahiyê weşand.

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê, li avahiya parlemanê konferansa Newrozê bi rê ve çû, li meydana şaredariyê ya li navenda bajêr jî tevî bajarên Alborg, Horsens, Aabenraa, Sîlkeborg û Holstebroyê agirê Newrozê hat dadan.

Pîrozbahiya li Kopenhagenê, tevî barana xweş jî bi girseyî pêk hat. Beşdaran li dora agir govend gerand.

Kurd ji bo rûmeta mirovahiyê şer dikin

Konferansa Newrozê êdî bi rengekî ji rêûresmê her sal li Parlamena Danîmarkayê pêk tê û nûnerên gelek partiyan tevlî dibin, îsal bi sernavê ‘Bila dawî li zextên li Tirkiyeyê bê anîn’ hate organîzekirin.

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Adem Ûzûn li konferansê axivî û bi taybetî bal kişand ser şerê li dijî DAIŞ’ê. Ûzûn diyar kir ku Kurd ji bo tevahiya mirovahiyê şer dikin, lewma pêwîstiya wan bi alîkariya tevahiya mirovahiyê heye.

Dûre Parlamentera Partiya Alternatîvet Ulla Sandbaek axivî û bi bîr xist, ku tevî şandeyeke ji endamên Komîsyona Ewrûpayê di meha Sibatê de wan xwestiye biçin serdana Ocalan, bi vê armancê çûne Tirkiyeyê, lê belê rewşa ku li Tirkiyeyê dîtine, cihê tirs û fikaran e.

Ez heyrana biryardariya Kurdan im

Serokê Koma Partiya Koalîsyona Sor-Kesk Enhedslîsten Jakob Solvhoj jî çavdêriyên xwe yên 8’ê Adarê li Enqere û Stenbolê ji bo şpandina dozên Hevserokên HDP’ê çûbû serdanê, vegot. Solvhoj bal kişand ser biryardariya têkoşînê ya mûxalefeta li Tirkiyeyê bi taybetî ya endamên HDP’ê û diyar kir, ew bû heyranê vê biryardariya wan.

Trudeau Newroz pîroz kir

Serokwezîrê Kanadayê Jûstîn Trûdeaû, bi wesîleya Newrozê peyamek bi dîmen weşand û got, ‘Newroz pîroz be’. Peyama Trudeau bi vî rengî ye: “Her kesa li Kanadayê Newrozê pîroz dike, ez saleke xweş û bedew ji bo we hêvî dikim. Newroz roja destpêkê ya biharê ye û yek ji nîşaneyên destpêka sala nû ye. Kanada bi alîkariya civakên cihêreng ên ku vê destpêka bi heybet pîroz dikin, hîn xurt û dewlemend e.”


 KOPENHAG