Partiyên tifaqa Kurd, li gel KCD, TJA, HDP û DBP’ê, deklerasyona Newroza ku wê 21’ê Adarê li Wanê bi dirûşmeya “Em ê tecrîdê bişkînin Teqez bi ser bikevin” li tenişta Keleha Wanê bê pîrozkirin, eşkere kir. Civîn li avahiya HDP’ê ya Wanê pêk hat. Hevserokên HDP’ê yên Wanê Yadişen Karabulak û Umît Dede, Hevserokê DBP’ê yê Wanê Okkeş Kawa, Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan, Endama Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Mukades Karakoç, Fikret Dogan, Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Mustafa Avci, Aktivîstên TJA û Hareketa Azadî Mehmet Akdogan amade bûn. Li ser navê hevparan, parlamenter Muazzez Orhan daxuyanî da. Orhan ewil Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan li Hepsa Tekîrdagê çalakî kirî û jiyana xwe ji dest dayî, bi bîr anî. Orhan got, “Wateya Newrozê ya civaka xwezayî azadî ye. Em dê di salvegera 2631’emîn de Cejna Newroza raperîn û berxwedana Gelê Rojhilata Navîn pîroz bikin. Newroz di serî de ji bo gelê Kurd û ji bo hemû gelên bindest sembola raperîn û berxwedanê ye.”
Newroz hêvî ye
Orhan ji bo maneya Newrozê û berxwedana li dijî zilmê ya aktuel jî got, “Newroz di têkoşîna 40 salan de îro li hemû cîhanê tê pîrozkirin. Bi taybetî Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtiyên siyasî li dijî tecrîdkirinai Birêz Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirine. Şikandina tecrîde û bi berxwedanê pêkan e. Heger tecrîdkirina Birêz Ocalan bê şikandin, faşîzm wê bişke û rê li pêş denmokrasî û azadiyê vebe.
Newroz roja biryar û heviyê ye. Ji ber vê yekê em bang li hemû evîndarê azadiyê dikin ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibin. Newroz hevî, wêrekî û azadiye ye. Em bi milyonan bi hevre vê wêrekî, heviyê li çar aliyê cîhanê belav bikin. Em bang li Gelê Wanê dikin ku di 21’ê Adarê de li tenişta Parka Keleha Wanê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibe.”
MA / WAN