
Serokê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa doh ji ber nexweşiyê di 73 saliya xwe de koça dawî kir. Newşîrwan Mistefa ji sala 2009´an heta dema wefata xwe ya doh (19´ê Gulana 2017´an) Serokê Giştî yê Tevgera Gorranê bû ku ew damezrînerê wê ye.
Berdevkê Fermî yê Tevgera Gorranê, Şoriş Hacî bi daxuyaniyeke ji televizyona fermî ya tevgerê NRT TV da zanîn ku Newşîrwan Mistefa 19´ê Gulanê saet di 08:00´an de koça dawî kiriye.
Şoriş Hacî di daxuyaniya fermî ya li ser navê Tevgera Gorranê de, hevxemiya xwe û Tevgera Gorranê li gel malbat û kesûkarên Newşîrwan Mistefa îfade kir.
Hacî herwiha destnîşan kir ku Tevgera Gorran dê li ser rêbaza Serokê Giştî yê rehmetkirî ji bo xizmeta neteweya Kurd rêya xwe dewam bike.
Cenaze îro tê veşartin
Serokê Giştê yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa demeke dirêj nexweşê pênçeşêrê bû û ji bo dermankirinê jî maweyeke dirêj li Almanyayê ma. Newşîrwan Mistefa yê ku yek ji damezrênerên YNK´yê ye jî, doh li Silêmaniyê di nava kesûkarên xwe de wefat kir. Hat zanîn ku termê Newşîrwan Mistefa dê îro bête veşartin. Parlamenterê Gorranê Omer Inayet li ser mijarê doh got, termê Newşîrwan Mistefa dê sibê (îro) li Girê Zergete bête veşartin.
KNK´ê sersaxî ji gelê Kurd û malbatê re xwest
KNK ji bo Serokê Tevgera Gorran Newşîrvan Mistefa peyameke sersaxiyê weşand û got, “em sersaxîyê didine hemî gelê Kurdistanê, endam û layangirên Tevgera Gorranê û malbatê.”
Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) di daxuyaniya xwe de xemgîniya xwe ji ber wefata serokê giştî yê Gorranê îfade kir û xemginiya malbatê û dostên wî par ve kir.
Daxuyaniya KNK´ê wiha dewam kir:
“Xebera xembar û dilsoj ya wefata Serokê Girranê, Birêz Newşîrwan Mistafa, gihişte me û em bi vê yêkê gelek xemgîn in. Birêz Newşîrwan Mistafa, di destpêka jiyana xwe de ji salên xwendekarîyê û heta niha, di nav siyaset û şoreşa Kurdistanê de cihê xwe girt. Weke xebatkar, weke pêşmerge, weke fermande, weke siyasetvan, weke rêvebir, weke heval, weke nivîskar, di hemî qadên şoreşê de cihê xwe girt û bi xebata xwe ya dûr û dirêj kete nava rûpelên dîroka Kurdistanê. Wefata Birêz Newşîrvan Mistafa, ji bo Tevgera Gorran, ji bo Başûr û hemî Kurdistanê windahîyeke mezin e.”
Jînegeriya Newşîrwan Mistefa
Serokê Tevgera Gorran, Newşîrwan Mistefa doh ji ber nexweşiya pênçeşêrê di 73 saliya xwe de koça dawî kir. Newşîrwan Mistefa heta roja dawî ya jiyana xwe, temenê xwe di nava siyaset û têkoşîna neteweyî ya Kurd de derbas kir.
Newşîrwan Mistefa ji sala 2009´an heta dema wefata xwe Serokê Giştî yê Gorranê bû.
Mistefa, sala 1944’an li Taxa Serşeqam (Berxaneqa) ya bajarê Silêmaniyê ji dayik bûbû û xwendina xwe ya seretayî, navendî û amadeyî li Silêmaniyê bi dawî kiribû.
Sala 1967´an li Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Bexdayê xwendina xwe dewam kir û îcazeya lîsansa xwendina bilind ji wir wergirtiye.
Newşîrwan Mistefa di destpêka salên 1960’î de dest bi çalakiyên siyasî kir û yekemîn rawestgeha jiyana wî ya siyasî Yekîtiya Xwandekarên Kurdistanê bû. Di navbera salên 1963 û 1964’an de bûye endamê Sekretariya Yekîtiya Xwandekarên Kurdistanê.
Sala 1967’an bûye endamê şaxê Silêmaniyê yê Partiya Demokrata Kurdistanê-Baskê Polîtburoyê.
Di destpêka salên 1970’yî de çûye Nemsayê (Awusturyayê) û îcazeya xwe ya mastirê di Hiqûqa Navdewletî de li wî welatî bi dest aniye.
Tevî Îbrahîm Ehmed, Celal Talabanî û Elî Eskerî, sala 1975´an bû yek ji damezrînerên Yekîtîy Niştîmanî Kurdistan (YNK) û heta sala 2006’an jî Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNK´ê bû.
Sala 2006’an dest ji karê hizbî yê di nava YNK’ê de berda û paşê şirketa Wûşe (bi wateya peyv) damezrand.
Sala 2009’an ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê lîsteyek bi navê Gorran pêk anî. Ev Lîste paşê weke Tevgera Gorran veguherî hereketeke siyasî ya li Başûrê Kurdistanê. Newşîrwan Mistefa heta wefata xwe jî weke serokê wê yê giştî ma ku sifetê wî yê fermî kordînatorê giştî bû. Di hilbijartinên 2013´an de Tevgera Gorran bi 24 kurrsiyan kete parlemana Başûrê Kurdistanê û serketineke mezin a siyasî bû.
Sala 1981’an zewicî bi navê Nima û Çiya du kurên wî û bi navê Çira keçeke wî heye.
Mistefa her wiha gelek pirtûkên di warê siyasî, dîrokî û edebiyatê de jî nivîsandine.
NAVENDA NÛÇEYAN