Jinên Ciwan ên Kurd û Înternasyonalîst xwe ji kongreya xwe re amade dikin. Kongre bi şîara “Nexape, azadî bi têkoşînê mumkin e” 25´ê Çile li bajarê Elmanyayê Darmstadtê wê bi rê ve biçe.

Jinên ciwan dibêjin, ew dixwazin bi tevgereke nû û bi xurtbûneke ew rêxistinbûna xwe li dijî asîmîlasyonê, bavikalariyê û felaketa hawîrdorê bibin xwedî hêz. Ew ê perspektîf, taktîk û projeyên nû jî minaqeşe bikin.

Komîteya Amadekar a kongreyê dibêje, “Ji zaroktiyê ve me asîmîle dikin, rol modelên şaş didin ber me. ji ber vê em bang li tevahiya jinên ciwan dikin, jiyana di nava Mmodernîteya kapîtalîst de bixin ber lêpirsînê, û ji bo ku ev modernîteya kapîtalîst me nexapîne jî em bang li wan dikin beşdarî kongreya me bibin.”

 

FRANKFURT