Welatiyê bi navê Feyat Bozdogan ê ku li Wanê bi hunera destan mijûl dibe, motîfên dema Urartuyan li ser gerdan û xişran dineqişîne. Bozdogan ê ku van 6 salên dawî bi karê sewadê mijul dibe, diyar kir ku ji bo hunerên ji bîr bûyî zindî bike, ew hewl dide, û  wiha axivî: “Dîrokeke gelekî kevn a hunera destan heye. Di dema Urartuyan de di hunera destan de bi bronzê ve tişt hatine neqişandin. Kavê zîv a ku em wekî sewad bi nav dikin ji ber ku wê demê gelek kevir tunebûn zîvê bi sewad bi hevre kirine û karekî bi vi rengî derxistine holê. Wekî din jî komir xistine hundirê zêr û bi vî rengî kar derxistine holê.”


Hunerekî zehmet e

Bozdogan diyar kir ku karê sewadê yê li ser zîvî gelekî zehmet e û ev agahî dan: “Di hundirê sewadê de 3-4 pêkvedahî hene. Piştî vê pêkvedahiyê em şikl didin rûpiştê zîv, nexşên kevn û yên aydî herêmê derdixin. Piştî ku em şekl derdixin, şekl didin nexşeyan jî. Piştre jî bi sewadê ve li ser agir dikelînin. Berê ji bo biriqandina vê ji ber ku teknolojî tune bû bi donê dûvik, çerm ve dihat biriqandin.”

Bozdogan anî ziman ku di roja me de ji ber ku li kargehan bêyî keddayînê xişr tên çêkirin, tu wate nayê dayîn di piyaseyê de tê firotin. Bozdogan got: “Ez van tiştan bi keda destê xwe çêdikim û tişta ku wateyê dide van jî ayidbûna vê herêmê ye û modelên wan in.” 


 WAN