Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ku Rusya jî di nav de ye, bang li aliyên Sûriyeyê kir da ku şer bisekinînin. Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) jî bi daxuyaniyekê bersiv da bangawaziya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û biryarên Konseya Ewlekariyê erênî dîtin.

Di civîna Konseya Ewlekariyê ya li New Yorkê de, nexşerêya aştiyê ya Sûriyeyê hate erêkirin. Di pêşnûmaya nexşerêyê de hat gotin ku di serî de destpêka sala 2016’an ango Çileyê pêş me, di navbera rejîm û mixelafetê de danûstandin wê dest pê bikin. 

Di wan danûstandinan de hat lihevkirin li ser qonaxa derbasbûnê ya ji bo avakirina hikûmeteke demkî ku şerê li Sûriyeyê rawestîne û li ser agirbesta li tevahî Sûriyeyê ji bilî şerê bi hêzên cîhadî re (DAIŞ).

Derbarê şerê li hember wan koman jî, Konseyê da zanîn ku divê wargehên wan koman û rêxistinan li Sûriyeyê bên tunekirin.

Di civînê de ji Netewên Yekbûyî hat xwestin ku di nava mehekê de ji bo avakirina makanîzmayeke çavdêriyê (ka alî agirbestê pêk tînin yan naînin), pêşniyarên xwe diyar bike.

Li aliyê din di biryarê de, bal hat kişandinî ser wê yekê  Konseya Ewlekariyê biryarên civîna Cenevreyê ya Hezîrana 2012`an yên derbarê çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê de bi rêyeke siyasî destek dike, her wiha biryarên Viyanayê jî.


Hilbijartin wê pêk bên

Derbarê çarenûsa Serokomarê Sûriyeyê Beşar El-Esed de jî di biryarê de tu tişt nayê gotin, lê belê di civîna Konseya Ewlekariyê de aliyê Fransî daxwaz kiribû ku divê di çarçoveya biryarê de Esed ji ser desthiladariya Sûriyeyê bê dûrxistin. Ji aliyê xwe ve Rusyayê ew yek red kiribû û gotibû, “bi tenê danûstandinên ku gelê Suriyê bi xwe pê rabin, dikarin biryara wvê yekê bidin”.

Hêjayî bîrxistinê ye, ji civîna Viyanayê biryara ku; piştî danûstandinên di navbera rejîm û opozîsyonê de ew ê di nava 6 mehan de hikûmeteke demkî û di nava 18 mehan de jî hilbijartin pêk bên, derket.

Di nava 4 salên şer û pevçûnên li Sûriyeyê de ku di encamê de bi sedhezaran ji welatiyên Sûriyeyê hatin kuştin, birîndarkirin û koçberkirin, her di civînên Konseya Ewlekariyê de ku dihat payîn di biryareke derbarê Sûriyeyê de bigre, veto dihat bikaranîn û biryar nedihat qebûlkirin. Civîna New Yorkê ya yekemîn e ku bi qebûlkirina hemû aliyan bi encam dibe.


MSD’ê biryar erênî dît

Meclîsa Sûriyeya Demokatîk derbarê biryara agirbestê û nexşerêya aştiyê de ku ji aliyê Konseya Ewlekaiyê ya NY’ê de hatiye derxistin, daxuyaniyek da û diyar kir ku ew biryaran erênî dibînin. 

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di 18’ê Kanûna 2015’an de Konseya Ewlekariyê biryara 2254 derxistiye û wiha hat gotin: “Eger em baş li biryara Konseya Ewlekariyê binihêrin, em ê bibînin ku xalên bingehîn dikevin çarçoveya daxuyaniya Cenevre û bipêşxistina wê ku li gorî rewşa li Sûriyeyê be. Ev yek zemînekî baş e ji bo derbasbûneke siyasî û vegera danûstandinên siyasî.”

Meclîsa Sûriyeya Demokatîk di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bi biyarê lihevkirineke navnetewî wê pêk were, helbet dê firehiyên veşartî jê re hebin, ew dikarin wan ji bo danûstandinan girîng bibînin.


‘Divê şandeyeke ji opozîsyonê pêk were’

Meclîsa Sûriyeya Demokatîk di daxuyaniya xwe de ragihand ku pêwîst e xebata siyasî yekser bi şandeyeke ku nûnertiya opozîsyona Sûriyeyê bike, destpê bike û got: “Ji bo serketin pêk were jî divê kesên xwedî tecrûbe cih bigrin û hêviyên gelê me yên avakirina dewleteke demokratîk pêk bînin ku tê de mafên hemû pêkhateyan li ser hîmê wekheviya hemû welatiyan werin misogerkirin.”

Daxuyanî bi vî rengî bi dawî bû: “Wek Meclîsa Sûriyeya Demokratîk biryara Konseya Ewlekariyê ya Navnetewî erênî pêşwazî dikin û bang li hemû aliyan dikin ku bi awayekî ciddî û rast ji bo pêjavoya siyasî, rawestandina wêraniya li welat kar bikin.”