
Biryarên hevbeş
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di civîna destpêkê ya Komîteya Amadekar ku nûnerên gelê Kurd yê her çar parçeyan û derveyî welat beşdar bibûn, prensîp û xalên bingehîn ên xebatê hatibûn aşkera kirin. Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku Komîteya Amedekar di vê mehê de hewl daye ku hemû pêkhateyên rêxistinî û kesayetên serbixwe tevli kongreyê bike û ji wana sûd bigire. Hat diyarkirin ku hemû biryarên Komîteya Amadekar a Kongreyê ne bi riya dengdayînê, bi riya li hevhatin û nêrîna hevbeş, ji bo vê heta dawiyê bi nîqaşan û rêbazên îqnakirinê biryarên xwe girtine.
Belavbûna delegeyan
Di daxuyaniyê de der barê biryarên herî girîng yên Komîteya Amadekar a Kongreya Netewî a Kurd wiha hat gotin: “Kongre wê di 15-16-17’ê Îlonê de were li darxistin. 600 jê delege û 300 jê mêvan bi giştî 900 kes dê tevli bibin.” Her wiha di derbarê pirsgirêkên li ser belavbûna delegeyan li ser parçe û herêman û pêkanîna kotayê jî bi vî awayî hat zelal kirin: “Di belavbûna 600 delegeyan li ser her çar parçeyan û derveyî welat, berçav girtina zêdehiya şêniya parçeyan û rewşa wê ya bandora siyasî wekî prensîba bingehîn hatiye aşkera kirin. Her parçeyek a Kurdistanê hêjmara ku ji bo wê hatiye aşkera kirin ew ê li gorî îradeya xwe ya demokratîk belavbûna delegeyan çêbike. Lê di vê belavbûnê de, ji ber ku asta rêxistinkirinê ya parçeyan ji hev ciyewaze ji sedî 10 ji bo tevgerên ciwanan, sedî 10 ji bo kesayetan, sedî 35 ji bo rêxistinên civaka sivîl, sedî 45 jî ji bo partiyên siyasî hatiye veqetandin. Her çendî ku rêxistinên jinan cihê qada rêxistina civaka sivîl û demokratîk de cih digre jî, di partî û kesayetan de berçavgirtina kotaya zayendî a sedî 40 biryarek bingehîne.”
8 komîsyonên girîng
Di daxuyaniyê hat gotin ku heta niha li ser 8 komîsyonên ku ji aliyê Komîteya Amadekar ve hatiye hilbijartin xebatên komîsyonan hatine rêvebirin. Navê komîsyonan bi vî awayî hatin rêzkirin: “Komîsyona Stratejiya Çareseriya Demokratîk a Gelê Kurd û Prensîbên Hevbeş, Komîsyona Siyasî û Dîplomasî, Komîsyona Civaka Azad (Komîsyona Jinan, Komîsyona Ciwanan, Komîsyona Zarokan, Komîsyona Rêkxistina Sivîl), Komîsyona Çand-Ziman-Hûner-Ronakbîriyê, Komîsyona Aborî-Ekolojî, Komîsyona Parastina Rewa (gazî, girtiyên siyasî), Komîsyona Çapemeniyê, Komîsyona Modela Kongreyê.”
Bi gelan re çarseriya demokratîk
Di daxuyaniyê de gotin ku her çendî ku endamên Komîteya Amadekar cihê xwe di komîsyonan de digirtin jî lê ji bo nîqaş dewlemend bibin ji derve jî beşdarî ji komîsyonan re hat çêkirin, komîsyonan rewşa destpêkê ya ya reşnivîsên projeyên xwe îro temam kirin û ji niha û pê de wê Komîteya Amadekar bi awayek hevbeş li ser hemû projeyên hatî amadekirin nîqaş bike û rewşa dawî bideyê. Di berdawama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Kesên ku dixwazin bibin şahide vê hatina cem hev ya dîrokî ya gelê Kurd, yên ku ne xwazin dostanî, alîkarî û piştgiriya xwe bidawî bikin, yên ku aligirê çareseriya pirsgirêka Kurd a bi riyên demokratîk û aştiyane, yên ku dixwazin ev êş bidawî bibe, yên ku aligirê biratiyê, aştiyê û yên ku dixwazin bi yekitiya gelê Kurd a xwe dispêre azadî, wekheviyê ne û li ser vî bingehî xebatan birêve dibin û hemû kesê ji bo vê tiştê ked dide em ji dîtina wana a li cem xwe wê şanaz û keyfxweşbîn.” Di daxuyaniyê de wekî encam balkişand ser van xalan; “Tenê daxwazek ya gelê Kurd heye. Zilm û bêmafiya li ser xwe bide rakirin, wekî her gelek yê cîhanê mafê bişeref yê jiyanê û azadiya xwe bidestxistine. Yekitiya gelê Kurd li dijî tu hêz û dewletan nîne. Yekitiya gelê Kurd dê ne şer û pevçûnan, berevajiyê wê dê bi gelên Rojhilata Navîn re çareseriya demokratîk û aştiyê bi afirîne.
ANF/HEWLÊR