
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Desteya Siyasî û Serokatî ava kir û çav li rê ye ku belgeya siyasî û nexşerêya çareserkirina aloziya Sûriyeyê eşkere bike.
MSD`ê ku di 25`ê sibatê de kongreya xwe ya duyemîn li dar xist, doh bi beşdariya gelek endaman cara yekemîn piştî kongreyê civiya. Civîna li ragihandinê girtî, ji seat 16.00`an heta 19.30`an dewam kir.
Endama Buroya Jinê, Canda Hawûl da zanîn ku di civînê de Desteya Siyasî ku ji 50 endaman pêk tê, hat avakirin û di nava wan de 20 jin cihê xwe digirin û wiha pê de çû: “Di heman demê de ji Desteya Siyasî jî Endamên Desteya Serokatî ku hejmara wan tevî hevserokan digihîje 17´an, hatin hilbijartin. Desteya Siyasî, Desteya Serokatiyê derbarê derxistina pîlansaziya du mehan de erkdar kir”.
Desteya Serokatiyê îro dicive
Li gorî vê yekê endamên Desteya Serokatiyê îro civîna xwe ya yekem li dar dixin û tê payîn ku di civînê de mekanîzmeya avakirina buroyên meclîsê were nîqaşkirin. Di heman demê de wê di civînê de endamên buroyan diyar bikin ku beşek ji wan dê endamên Desteya Siyasî bin.
MSD navendeke nû vedike
Endama Buroya Jinê ya MSD´ê, Canda destnîşan kir ku QSD gav bi gav herêman rizgar dike, lewma pêwîst e ku MSD jî li gora wê xwe bi rêxistin bike û ji ber vê yekê dê di demeke nêzîk de navendeke xwe ya nû li bajarokê Eyn Îsa ku qederê 50 kîlometroyan li bakurê Reqayê ye, veke.
MSD`ê par navendên xwe li bajarên Qamişlo, Hesekê û Girê Spî vekirin.
Di Kongreya Duyemîn a MSD`ê de Meclîsa Sivîl a Şedadê, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê, Meclîsa Sivîl a Til Hemîs, Meclîsa Sivîl a Sirînê û nûnerên ji parêzgeha Reqayê tevlî nava meclîsê bûn.
MSD`ê di kongreya xwe de belgeya siyasî û nexşerêya çareserkirina aloziya Sûriyeyê nîqaş kir, hîna xebata li hin xalên di nexşerêyê de dewam dike. Çav li rê ye ku di rojên li pêş me ev nexşerê bê eşkerekirin.
NESRÎN EBDÎ / ANHA / QAMIŞLO