
Karayilan derbarê Komploya Navneteweyî de tespîtek bal kêş kir û wiha pêde çû: “Çalakiyên 15’emîn Komploya Navneteweyî, karekterê wekî sala yekem girt, di qada netew û navnetewî de hat şermezarkirin û di çalakiyan de banga azadiya Rêber Apo hat kirin.” Karayilan da zanîn ku 15’emîn salvegera komployê de gelê Kurd hatiye astekî gelek xurt û wiha berdewam kir: “Niha di ser komployê de 15 sal derbas bûye, lê dema mirov berê xwe didê rêveberiya PKK’ê û KCK’ê bi HPG’ê gihiştiye asta profesyonel. Bi kadroyên kolektîf tecrûbe û berxwedanên mezin bi modelek nû rêveberiyek xurt pêş ketiye û ne tenê kadroyên PKK’ê bi hezaran kadro girseyek mezin bi rêve dibe. Ango PKK li gor 15 sal berê zêdetir bi hêz bûye û îro di Rojhilata Navîn de bûye aktorek mezin.”
Ji bo hêzên navnetewî bang
Karayilan bang li Yekîtiya Avropaya YE’ê kir û wiha got: “Ji bo berjewendiyên xwe, doza gelê Kurd a mafdar terorîze nebînin û hêdî dest ji piştgiriya terora dewla Tirk berdin. Ger ku pirsgirêka Kurd hatibe vê astê, sedema wê jî polîtîkayên dewletên Avropayê ye. Cihê ku Avropa vê rastiyê bibîne, li Fransa, îspanya û hwd li siyasetmedarên Kurd dike. Ji aliyê mirovahiyê ve hatiye hetikandin.”
Dema Azadiya Ocalan û aşîtiya mayind e
Karayilan îlana bi îmzeya entellektuel û zanistên cîhanî ya di rojnameya Îngîlîz The Guardian de bi daxwaza azadiya Ocalan hate weşandin de jî nirxand. Karayilan destnîşan kir ku hewldanên bi vî rengî girîngîn û wiha got: "Êdî dema azadbûna Rêber Apo hatiye. Ev ne rewşeke ku tenê dewletê an Tirkiyeyê eleqedar dike. Ev êdî rastiyeke ku xwe dide fezkirin e.”
Karayilan her wiha bal kişand ku êdî şert û mercên avakirina aştiyeke mayinde afirîne û di vê mijarê de jî wiha axaftina xwe beredwam kir: “Êdî di çerçoveya lihevkirina civakî de gelên herêmê li ser bingehê biratiyê û rêzgirtina ji hevdû re dîsa ne li ser bingehê qedexekirina çanda hev, bi feraseteke ku bihevre jiyîna çandan mîna dewlemendiyê dibîne de dema pêşkitina aştiyeke bingehîn a mayinde hatiye.”
Nexşerêya gengaz
Karayilan têkildarî amadekariyên çûyina heyeta BDP-KCD’ê de jî nerînên xwe anîn ziman. Karayilan destnîşan kir ku mafê BDP'ê heye ku BDP plansaziya hikûmetê qebûl neke, lê belê bi îhtîmaleke mezin navên hatine destnîşan kirin wê biçin. Her wiha Karayilan diyar kir ku dibê nexşerêyeke çaraseriyê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve were aşkere kirin û li ser navaroka nexşerêya gengaz û wiha axivî: "Heger ji aliyê Rêbertiyê ve rewşeke îknabûnê pêk were, dibe ku Rêbertiya me mîna dixwaze ne ji bo her du aliyan bang bike û nexşeriyekê pêşkêş bike. Ya girîng ewe ka hikûmet wê li hemberî vê yekê helwesteke çawa nîşan bide, wê gavên polîtîk yên çawa biavêje.”
Dosyaya Parîsê li ber Erdogan e
Karayilan der barê komkujiya Parîsê jî agahiyên girîng dan û wiha pêde çû: “Misoger bûye ku ev êrîş ji Tirkiyeyê hatiye organîze kirin. AKP wê vê yekê çawa îzah bike. Kesê ku ev bûyer pêk anî bi dehên caran bi şeklekî vekirî çûye Enqerê û ji wir hatiye rêxistin kirin. Vekirî geriyaye, bi kartên krêdiyê bazarî kirine, li Tirkiyeyê li Almanyayê bi dehan caran bi kartên krêdiyê tişt kirîne. Yanî bi şêwazekî nikaribe were veşartin êrîşeke ku ji Tirkiyeyê hatiye organîzekirin heye. Em dizinan ku derbarê vî kesî de dosyayeke ji 25 rûpelan pêşkêşî serokwezîr kirine. Çûye ku, bi kê re hevdîtin pêk aniye, girêdayî kû ye van mijaran tevan Serokwezîr Erdogan dizane. Heta ev mijar tev zelal nebin û atmosfereke ewlehî pêk neyê wê çareserî çawa bipêş bikeve?”
Hikûmet û dewlet divê gavan bavêjin
Karayilan bibîr xist ku tiştên ji aliyê dewletê û hikûmetê ve werin kirin hene û heta ev yek pêk neyên yanî heta gavên berbiçav neavêjin kes nikare ji Kurdan bixwaze ku gavan bavêjin û tiştekî wisa wê ne adil be jî. Karayilan anî ziman ku hikûmeta AKP'ê tim gotinên “Em çareseriyê dixwazin, ev pêvajo ya çareseriyê ye" bikar tînê lê belê ne xwediyê projeyeke çareseriyê ye û destnîşan kir ku dixwaze ji bo çekdanînê herkesî bixê dewreyê. Karayilan destnîşan kir ku Erdgan di gera xwe ya Mêrdînê de banga, 'çekan binax bikin' kiriye û wiha nirxand: “Erdogan bi tena xwe derdikeve kursiyê axaftinê, kes li pêşberî wî nîne, kesî pirsa jê bike nîne, bi tena xwe diaxife. Madem hûn dibêjin bila çek bêdeng bibin û siyaset biaxife çima 8 hezar siyasetmedarên Kurd di zînanan de ne.”
Karayilan ev pirs pirsîn “Gelê Kurd dê çawa guhê xwe bide van gotinên ku xweştên guhan! “ Ku dibêjin li holê pirsgirêka miletê Kurd heye. Nûnerên ku li ser navê hikûmetê û dewletê berpiryartî dayîne li ser milê xwe ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê gelo berpirsyartiya xwe bi cihtîne? Ger ku tîne divê pêngavê ku tên avêtin bên dîtin.”
Makeqanûna nû û Kurd
Karayilan diyar kir ku divê ku gelê Kurd jî di makeqanûna nû de cihê xwe bigire û wiha axivî: “ Em pir vekirî dibêjin ku projeya ku azadiya Rêber Apo û me weke gel nebîne ev yek bi tu awayî aştiyê nayne. Ger ku li ser vê xakê projeyek bi vî awayî bê çêkirin divê ku herdû faktor esas bêngirtin. Ger ku AKP samîmî be divê ku divê çarçoveyê de nêz bibe û ji bo çareseriyeke mayînde dikare rê vebike. Divê de herkes dikare qezenc bike; hem wê gelê Tirkiyeyê qezenc bike hem jî gelê Kurd. Bivê yekê Tirkiye parçe nabe. Berovajiya wê dê hêz qecenc bike û dê dewlemend bibe.”
Civînên PKK'ê û KCK'ê
Karayilan bal kişand ser civînên ku Konseya Rêveber a KCK’ê û Komîteya Rêveber a PKK’ê pêk anîne jî wiha got: “ Divê civînê de di destpêkê de pratîka sala 2012’an hat nîqaş kirin. Bi kurtasî dikarim bêjim ku di civînê de partîk hate nirxandin û li ser vî bîngehî ji bo têkoşîna sala 2013’an jî perspektîf hat derxistin.” Karayilan wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Di civînê de pêvajoya sala 2011-2012’an hat nîqaş kirin û di nirxandinan de hat gotin ku sala ku herî zêde AKP aramanca ku dixwest negehiştiyê û ne kariye bi tu awayî tevgera me têkbibe berovajî vê yekê berxwedana tevgerê bilindbûye û dewleta Tirk ne kariye mîsyona xweya li rojhilata navîn bi leyîze û divê yekê de xitimiye û divê çarçoveyê de ‘ Stratejiya entegre’ pêvajoya bi Rêbertiya me re li Îmraliyê hevdîtin daye destpêkirin. Lê belê tu nêzîkatiyekî samîmî û cidî nayê dîtin. Di civînê hat tespîtkirin ku AKP bivê helwesta xwe polîtîkayên mijolkirin, wext girtin û darbe lê danê esas girtiye û hat gotin ku Rêbertiya me ji bo ku pêvajoyê ve guherîne çareseriya û ji bo ku dewleta Tirk vê pirsgirê çareser hewldanên mezin dike. Di civînê de birayar hat girtin ku emê ji bo perspektîka ku Rêbertiya me pêş bixe jî vekirî be.”
‘Pêngavên mezin hatine plankirin'
Karayilan diyar kir ku divê çerçoveyê de li ser du bingehan perspektîf hat şênber kirin û wiha pêde çû: “ Tevgera me ji bo ku sala 2013’an veguherîne hemleya serkeftinê hem plan hat kirin hem jî biryar hat girtin. Di beşa duemîn de jî hat gotin ku ger ku Rêbertiya me têkildarî vê yekê perspektîfê ji mere bişîne emê li gorî wê xebatên xwe sererast bikin.” Karayilan bilêv kir ku bi kurtasî em divê mijarê de zelalin û perspektîfa meya têkoşînê jî zelal bûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Tevgera me biryara xweya bilindkirina têkoşînê daye û ji bo vê yekê jî bi amaderkariyan re plankirina wê hatiye aşkera kirin. Ger ku pêvajoyekî ku bêje bi şer pirsgirêka çareser nabe bi aştiyê çareser dibe pêş bikeve tevgera me ji bo vê yekê jî amadeye û plankirina vê yekê jî di cih de dîtiye.”
ANF/ BEHDİNAN