Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)  Zîlan Vejîn li ser aloziya di navbera Dewletên yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Îranê de, îhtîmala rûdana şer di navbera herdu dewletan de û amadekariyên PJAK’ê peyivî.

Zîlan Vejîn diyar kir ku PJAK li bendê namîne bê ka wê şer di navbera Emerîka û Îranê de rû bide yan na û got, ”Ji her rewşê re em xwedî projeya xwe ne. Em xeta sêyemîn esas digirin. Emerîka û Îran şerê berjewendiyên xwe dikin. Di şêwaza rêveberiya siyasî ya herdu hêzan de eşkere dibe ku biryar nedane şerekî tund li dijî hev bikin û ne jî pêvajoya aştiyê dest pê bikin. Îran û Emerîka ev 40 sal in bi vî awayî siyasetê dikin.

Destê Îranê kurt dike

Li ser sedema kûrkirina nakokiyên di navbera her du aliyan de jî Zîlan Vejîn got, ”Emerîka dixwaze Hêzên Îranê ji Yemen, Iraq, Sûriye û Libnanê vekişin. Dixwaze bi vî awayî destê Îranê kurt bike û Îranê radestî xwe bike. Lê eşkere ye ku  Îran jî naxwaze radestî Emerîka bibe. Heger ev nakokî dewam bikin, dibe ku şerekî tund yan jî şerekî demkî li pey xwe bîne. Niha eniya Ereb jî kom bûye. Li gorî tê dîtin, ew jî naxwazin bi Îranê re şer bikin. Emerîka jî naxwaze rasterast şerê Îranê bike.

Civak bêkar û birçî ye

Hevseroka PJAK’ê bi karanîna nakokiyên siyasî, civakî û aborî jî nirxand û got;“Dema ku em temeşeyî herdu hêzan dikin, dibînin ku şer û nakokiyên di navbera wan de ne di berjewendiyên gelê Îranê de ye. Bi taybet pirsgirêkên wan li ser bingehê çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd, gelên bindest, mafê mirovan, mafê jinan û ciwanan nîne. Rûdana şerekî di navbera Emerîka û Îranê de bêguman rasterast siyaseta tesîrê li ser hundirê Îranê jî dike. Niha ji her demê zêdetir civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê bêkar û birçî ye.

Îran siyaesta xwe ya şaş bernade

Zîlan Vejîn siyaseta rejîma Îranê ya îro li ser ferdên civakê tê meşandin jî wiha şîrove kir: “Rejîma Îranê bi siyaseta milîtarîzekirinê, tirs û bêdengkirina civakê nîşan dide ku dest ji siyaseta xwe ya şaş bernade. Li hemberî Emarîka jî kar dike da ku hêza civakê ji bo xwe bi kar bîne. Di vê qonaxê de her kes ji bo Îranê xwedî proje ye. Îran jî di nava xwe de xwedî proje ye. Desthilata berê ya Îranê jî xwedî proje ye. Lê, ev bi bawer in ku civaka Îranê civakeke siyasî ye û xwedî dîrokeke şoreşgerî ye, nakeve nava yekê ji van siyasetên ji derve ve li ser tên meşandin.”

Em ê eniyeke demokratîk ava bikin

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn di dawî de li ser projeyên partiya xwe jî ev agahî dan: “Weke PJAK û KODAR’ê der barê civaka Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de me projeyek pêşkêş kir. Bi taybetî weke partiyên siyasî em dikarin eniyeke demokratîk ava bikin. Em dikarin bi hevbêşî siyaset, dîplomasî, xebatên ragihandin û parastina civakê bidin meşandin. Hîna partiyên siyasî li gorî siyaseta derve dimeşin. Ji niha ve hinek hêzan xwe yekalî kiriye ku di kîjan eniyê de cih bigirin û piştgiriya kê bikin. Lê li gorî me, Îran û Emerîka şerê berjewendiyên xwe dikin. Em li ser projeya xwe israr dikin û li gorî wê hereket dikin.”

Em xwedî proje û siyaset in

Wê wekî din got, “Bi taybetî ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan jî me projeyek bi riya KJAR’ê pêşkêş kir. Li gorî taybetmendî, pirsgirêk û pêwistiyên civakê me hewl da ku çend rêyên çareseriyê bi pêş bixin. Heger şer di navbera Emerîka û Îranê de rû bide, emê rûnenin, temaşe û li bendê nemînin. Bêguman em jî siyaseta birêxistinkirina civakê dimeşînin. Em xwedî xeta sêyemîn in. Ji bo her rewş û îhtîmalê xwedî proje û siyaseta xwe ya taybet in.

 

ANF/BEHDÎNAN