BÊRÎTAN SARYA/ ANF/QAMIŞLO
MUSLIM: Hevalên çûn hevdîtinê, daxuyaniyek dan û diyar kirin ku hevdîtin erênî derbas bûye û li hev hatiye kirin ku komîte bên avakirin. Eger rewş bi vî rengî be hingî baş e, gaveke baş e.Heyeteke Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) roja 26’ê Tîrmehê çû Şamê û yekemcar bi rayedarên hikûmeta Sûriyeyê re hevdîtineke fermî pêk anî. Berpirsyarê Komîteya Têkiliyên Derve ya TEV-DEM’ê Salih Muslim hevdîtina heyeta MSD’ê ya bi hikûmeta Sûriyeyê re nirxand. Muslim bersiv da pirsên me yên li ser rizgarikirna Efrîn û Îblibê û paşeroja Sûriyeyê.
Muslim diyar kir ku hevdîtin bi daxwaz û vexwendina fermî pêk hat û got, “Heyeteke Bakurê Sûriyeyê çû. Ji bo komîteyeke amadekar yan jî fêhmkirina nêzîkatiya rejîmê, ka cidî ye yan na, heyet çû Şamê. Lê em bi naveroka hevdîtinê baş nizanin. Hevalên çûn hevdîtinê, daxuyaniyek dan û diyar kirin ku hevdîtin erênî derbas bûye û li hev hatiye kirin ku komîte bên avakirin. Eger rewş bi vî rengî be hingî baş e, gaveke baş e.”
Ev pêşhevdîtin ji bo niyeta baş
Muslim da xuyakirin ku ji gelek kesan we ye ku mesele wê bi hevdîtinekê çareser bibe û wiha dewam kir: “Hevdîtin cuda ye, diyalog cuda ye, danûstandin cuda ye. Prosedur, rê û rêbazên her kesî cuda ne. Her kes xwedî rêbazekê ye. Ya ku niha tê kirin pêşhevdîtin in. Yanî ji bo her du aliyan tê wateya hewldana ji bo fêhmkirina niyeta baş û afirandina baweriya bi hev. Heger di vê mijarê de rewşeke erênî derkeve holê, wê gavên din jî bên avêtin.”
Em dixwazin sîstema xwe li Sûriyê belav bikin
Salih Muslim bi bîr xist ku rejîm ji sala 2011’an û vir ve ji bo wan dibêje, ‘Ev bi me re ne, Kurd bi me re ne, baş in’ û got, “Lê rewş ne wiha ye. Me şoreşek pêk anî. Ji destpêkê ve şoreşa rasteqîn a Sûriyeyê şoreşa me ye. Hem ji aliyê civakî, hem jî ji aliyê ramanî û sîstemî ve em dixwazin hin guhertinan bikin. Me bi şoreşa xwe re ev yek li herêmên xwe pêk anî. Lewma em dixwazin model yan jî sîstema xwe li tevahiya Sûriyeyê belav bikin.”
Muslim diyar kir ku hêzên xwe bi navê ‘mixalefetê’ didin naskirin nexwestin guhertinekê bikin, tenê ji bo desthilatdariyê şer kirin û bi dewamî got, “Rewş û nêzîkatiya me ne bi vî rengî ye. Em guhertina civakî û şoreşa li gelek waran temsîl dikin. Em parçeyek ji Sûriyeyê ne. Lê belê modeleke me heye ku me ava kiriye. Me dît ku ev model rast e, ya herî baş e û em dixwazin belav bikin.”
Dîktatorî êdî çû
Berpirsyarê Komîteya Têkiliyên Derve ya TEV-DEM’ê anî ziman ku veger li sîstema berê ya despotîk, dîktatorî nema dibe, ew sîstem êdî çû û got, “Ji sala 2011’an û vir ve sîstema ku hikumdarî di destê partiyekê de ye, êdî çû. Pêwîst e Sûriyeyeke nû were avakirin. Em modela xwe weke mînak nîşan didin. Li aliyê din rejîma berê heye. Heger em ê li welatekî bi hev re bijîn, wê çaxê divê em li cihekî li hev bikin. Heger me xwe neparastibana, me parastina xwe ya rewa nekiribana, kesî guh nedida me. Heger me modela xwe ava nekiribana, kesî em fêhm nedikirin.
Niha modela me û hêzên me yên parastina rewa hene. Lewma divê her kes li me guhdarî bike. Asta guhertina Sûriyeyê û rejîmê bi vê pêvajoya me ve girêdayî ye. Em nabêjin, em ê vê yekê di nava 24 saetan yan jî salekê de bikin.”
Modela neteweya demokratîk wê teqez pêk were
Muslim li ser awa û rengê pêvajoyê jî got, wê ne li ser esasê lihevkirineke ji sedî sed be û mesele ne tawîzdan e jî: “Ji ber vê yekê, mebest ji lihevkirinê ne ew e ku em ê li ser hin tiştan li hev bikin, di hin mijaran de em ê tawîzan bidin. Bêguman em dixwazin a herî baş bi rengê herî baş bikin. Ji bo vê jî dem, amadekarî û derfet divê. Lê bawer dikim zemînek heye, em bi hev re dikarin hin tiştan bikin. Em heta niha modela xwe dipejirînin. Bawer dikim her kesê maqûl wê modela me bipejirîne.
Em dibêjin, ji destpêkê ve gelek etnîsîteyên; Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkes, Durzî, Çeçen, gelek baweriyên; Misilman, Xiristiyan, Êzîdî, Îsmaîlî, Elewî û hwd. hene. Va ye, we dît bê li Siwêdiyê çi bi serê Durziyan hat. Ev hemû wê çawa bi hev re bijîn, em ê bi hev re çawa bijîn? Modela me li ser vê ye. Modela berê ya netewe dewletê xwe disipart yek ziman, yek al, yek miletî. Yek yekî bû. Ev êdî nabe. Li Sûriyeyê kî hebe divê karibe bi ziman, çand, bawerî, reng û nasnameya xwe bijî. Bi modela xwe re em Sûriyeyeke bi vî rengî weke armancê datînin pêşiya xwe. Ev yek wê teqez pêk were.”
Em bi destê xwe ne
Muslim îşaret bi zîhniyeteke mayinde ya li Rojhilata Navîn a xwe disipêre hêzên ji derve û ne hêza xwe bi xwe kir û got, “Bivê nevê niha li Sûriyeyê hêzên navneteweyî hene. Rûsya, Amerîka, Îngilîstan, Îran, Erebîstana Siûdî û hwd.
Heger ev hêzên navneteweyî dixwazin li Sûriyeyê aştî û çareseriyeke siyasî pêk were, wê ji van hewldanên me re bibin alîkar. Naxwe ji bo Sûriyeyê li xêrê nafikirin. Nêrîna me ev e û ji her kesî jî li benda vê yekê ne. Têkiliya me ya bi Emerîkayê yan jî hêzên koalîsyona navneteweyî re li ser bingeha şerê li dijî terorîzmê ye. Peymaneke me ya bi vî rengî heye. Me ev yek kir û bi pêş ve bir.
Li vê derê Emerîkî hene. Lê me ti carî îradeya xwe radestî kesî nekir. Îradeya me ya siyasî di destê me de ye. Me îradeya xwe ya siyasî, îradeya gel û pêkhateyên ku em wan temsîl dikin, ti carî radestî kesî nekir. Lewma heger em diçin hevdîtinekê, em vê yekê bi îradeya xwe dikin. Rûs jî, Emerîkî jî, hêzên navneteweyî yên li vê derê zanin bê em dixwazin çi bikin, xwe bigihînin ku derê.
Jixwe, ew jî hurmetê nîşanî vê yekê didin. Ji destpêkê ve dibêjin, ‘Hûn çawa rast dibînin wê bikin’. Yanî em destûrê ji kesî nagirin. Çi li gorî berjewendiyên gelên me ne, em wê dikin. Dubare dikim; îradeya me ya siyasî di destê kesî de nîne, di destê me de ye.”
Destûra bingehîn bê MSD´ê nabe
Li ser nîqaşên li ser destûra bingehîn a Sûriyeyê jî Muslim got, “Destûreke Bingehîn a ku Nûnerên me di amadekirina wê de nîne, qebûl nabe. Li Soçiyê tiştekî wiha heye. Ji her du aliyan 50 kes hene. Ji delegasyonên mixalefetê û rejîmê wê 50 kes biçin. Di nava ‘mixalefetê de jî wê 2 Kurd hebin. Hûn bi wan zanin; biryara di vê mijarê de di destê Stenbolê, yan jî Tirkiyeyê de ye. Lê belê zanin, heger em nebin, nabe. Li pey hin lîstikan in. Dibêjin, ‘Hin rêxistinên civakî yên sivîl dikarin li şûna we amade bin’.
Em jî bi awayekî eşkere dibêjin; heger em bi nasnameya xwe, bi îradeya xwe tevlî destûra bingehîn yan jî qanûnekê nebin, ew destûra bingehîn û qanûn ji bo me ne lê ye. Ti biryara ku em bi nasnameya xwe tevlî nebe, me elaqedar nake. Ji bo ev hevdîtin rê li ber çareseriyê veke, pêwîst e di mijara destûra bingehîn de hevdîtineke hevpar bê kirin. Heger em di pêvajoya danûstandinan de bi pêş ve biçin, teqez wê komîsyoneke destûra bingehîn jî hebe.”
Amadebaşiya şerê li dijî terorê
MUSLIM: Dixwaze Efrînê, Reqayê û deverên din bike paytexta terorîzmê. Efrîn a me ye. Li wir gelê me heye. Berpirsyariya me ye ku em li dijî terorîstan têbikoşin û wan ji Efrînê derxînin.Li ser mijara operasyona Îdlibê ku di rojevê de ye, Salih Muslim got, “Îdlib ji bo me ji du aliyan ve girîng e. Me berê jî got; li kîjan devera Sûriyeyê teror hebe, rêxistineke terorîst hebe, ew der me elaqedar dike. Em ê li Sûriyeyê li dijî terorîzmê têbikoşin.
Ev têkoşîn wê bi kê re be, heta ku derê be, ev bi me, yan jî derfetên eskerî ve girêdayî ye. Ew meseleyeke din e. Lê belê ji aliyê prensîbî ve heger rêxistineke terorîst hebe û zerarê dide gelên Sûriyeyê, hingî mafê me ye ku em li dijî wê têbikoşin, yan jî wezîfeya xwe ya di vî warî de bi cih bînin.”
Rizgarkirina Îdlibê
Muslim da xuyakirin ku pirraniya rêxisitnên li Îblibê berê li dijî wan şer kiribûn û got, “Li Serêkaniyê, li Kobanê, li Reqayê li dijî me şer kirin. Bi navê DAIŞ’ê li dijî me şer kirin. Piştre riya xwe qusandin, unîformayê xwe guherandin û li dijî me şer kirin. Hemû li wir, li hev kom bûne. Di navbera me û wan de tiştekî mîna doza xwînê heye. Divê em teqez tiştekî bikin. Ev meseleya yekemîn e.
Ya duyemîn; planên Tirkiyeyê hene. Dixwaze Efrînê, Reqayê û deverên din bike paytexta terorîzmê. Efrîn a me ye. Li wir gelê me heye. Lê belê gelek komên terorîst li Efrînê bi cih kirine. Mîna Ehrar-û Şam yan jî Feylaq Şam berê li Îdlibê bûn. Niha beşek ji wan birine Efrînê. Berpirsyariya me ye ku em li dijî wan têbikoşin û wan ji Efrînê derxînin. Em neçar in teqez tiştekî di vî warî de bikin. Lê ne diyar e bê em ê çawa beşdar bibin.”
Metirsî ye ji bo cihanê
Salih Muslim bi bîr xist ku ew niha li Efrînê li dijî wan şer dikin û wiha dewam kir: “Li Efrînê rojane li dijî komên çete şer heye û li dijî wan çalakî tên kirin. Lê belê Idlib ne tenê rejîmê û me elaqedar dike. Emerîkiyan wextekî gotibû, ‘Ev bi paraşûtê daneketine Idlibê’. Emerîkî dizanin bê kî ew anîne, bi kîjan rêyê hatine û niha kî destekê didin wan. Yên ku ew anîne, wê hewl bidin wan biparêzin û destekê bidin wan.
Ji ber vê yekê ne tenê meseleya Sûriyeyê ye. Têkoşîna li dijî terorîzmê karê koalîsyonê, rejîmê, yê me, Rûsya û Emerîkayê ye.” Muslim destnîşan kir ku hebûna ewqas rêxistinên terorîst li Idlibê ne tenê ji bo wan û Sûriyeyê, lê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn û cihanê metirsî ye.