Nexşeyeke 3-D “mêjiyê piçûk” ên dilî nîşan da. Di nava endam û organan de şaneyên noyronan (hêrs) hene û fonksiyona wan îro jî baş nehatiye fêmkirin. Dil jî xwediyê van noyronan e û niha zanyaran nexşeyeke wan çêkir. Di vê xêzkirinê de devera zer noyronan nîşan dide û ji vê deverê re mejiyê piçûk tê gotin. Em dizanin ku ev noyron di diyarkirina rîtma dil de bi rola xwe radibin. Wekî din hin hizir hene ku dibêjin, dibe ku ew dil li dijî hin nexweşiyan jî biparêzin. Biyolojîstê sîstemên bedenê James Schwaber li Zanîngeha Thomas Jefferson a li Philadelphiayê û hevpîşeyên wî dilên cirdekî nêr û cirdeke mê bi rêbaza mîkroskopiya skenê weke nexşeyeke 3-D xêz kirin. Wan yek bi yek berê xwe da şaneyên noyronan jî û çalakiya genan a di nava wan de pîva. Pirraniya noyronan li jora dil in, cihê ku xwîn pê dikeve dil û jê derdikeve. Bi vê yekê zanyar hêvî dikin karibin dermankirinên li gorî qismên dilî guncaw li dijî nexweşiyên dil bi pêş bixin. NAVENDA NÛÇEYAN