
Piştî di 2'ê Tîrmeha 2012'an de 3'yemîn Paketa Dadê hate erêkirin hêviya Wê li gelek qadan başbûn pêk bên lê hêj tu tişt pêk nehatin. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî, anî ziman ku ligel dema borî girtiyên nexweş nehatin berdan û ev yek cudakariye. Bîlîcî, da zanîn ku paketê hêviya girtiyên nexweş serbest bên berdan bi cih neanî. Bîlîcî, bilêv kir ku bi daxwaznameyê 411 girtiyên nexweş ji Wezareta Dadê re ragihandin û wiha got: "Bi giştî 230 girtiyên nexweş ên giran hene. Ji van divê 108 kes demildest serbest bên berdan. Divê 181 girtî ji di şertên gelek baş de bên dermankirin. Di paketê de ji bo girtiyên nexweş hinek sererastkirin hatin çêkirin lê tu bersiv nedan."
Bîlîc, diyar kir ku gelek caran ji bo girtiyên nexweş serbest bên berdan û li cihên paqij bên dermankirin pêşkêş kirin û heya niha tu gav nehatin avêtin û wiha axivî: "Di hevdîtinên me bi Wezarta Dadê re kirin tişta me fêm kir li gorî pêvajoyê helwestê nîşan dide. Dibe ku li gorî pêvajoyê hinek guherîn pêk bên lê ji bo girtiyên nexweş bên dermankirin û tahliye bibin Wezareta Dadê biryar di bin înîsiyatîfa xwe de girtiye. Em bêjin girityê nexweş ji Saziya Tipa Edlî rapor girt dozger vê yekê lêkolîn dike û pişt re ji bo biryarê ji Wezareta Dadê re dişîne. Herî dawî Wezareta Dadê biryarê dide. Bi vê yekê her tişt li ber Wezareta Dadê disekine."
'Divê bê şert serbest bên berdan'
Bîlîc, anî ziman ku ligel raporên girtiyên nexweş ên serbest bên berdan hene dîsa jî Wezareta Dadê tu gavan navêje û wiha pê de çû: "Ji ber vê yekê zagona hatî çêkirin tu pirsgirêka girtiyên nexweş çareser nake û bersiva tahliye û dermankirina girtiyan nade. Divê demildest 230 girtiyên nexweş ên rewşa wan giran demildest serbest bên berdan û dermankirina wan bê kirin." Bîlîcî, da zanîn ku divê girtiyên din jî li cihên paqij û nexweşxaneyên baş bên dermankirin. Bîlîcî, bilêv kir ku ji roja paket hate erêkirin ew weke ÎHD ji bo girtiyên nexweş û malbatên wan fêde jê bigirin bangan dikin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Hemû malbatên girtiyên nexwş û girtiyan serlêdan kir. Malbatan serî li me jî da. Piştî zagon hate erêkirin di malbatan de jî hêviyek çêbû. Ji ber ku Wezareta Dadê daxuyaniya dê di civakê de rihetbûnekê çêbike dabû. Lê ligel dema borî di nava malbatan de bû sedema nerihetiyekê. Hinek malbatan ji bo zarokên xwe derman bikin nexweşxane peyda kirin. Piştî malbatan tu bersiv ji Wezareta Dadê negirtin bêbawerbûn."
Biryarên îdolojîk
Bîlîcî, da zanîn ku hêvî û rewşa girtiyên nexweş bi Wezareta Dadê re parve kirin û wiha got: "Burokratên herêmê, dad û saziyên Tipa Edlî hemû êdî biryarên siyasî didin. Biryarên bîrdoz yên Wezareta Dadê û saziyên Tipa Edlî gelek in. Heke rewşa girtiyên nexweş li Wezareta Dadê bê girtin û li gorî biryara wan tevbêgerîn dê pirsgirêk pêk bê. Me ji wezareta dadê re xwest ku raporên nexweşxaneyan cidî bigirin, bi derfetên xwe wan bişopîni, girtiyên nexweş li gorî zagona kontrola bi serbestî kontrol bikin û bi wî şekîl wan serberst berbidin. Lê Wezareta Dadê li gorî pêvajoyê tev digere û ev yek jî me gelek bi guman dike. Ji ber ku nexweşî li benda pêvajoyê namîne."
DÎHA/AMED
Ji bo tahliye nebin cezayê dîsîplînê
Girtiyê bi navê Recep Turunok têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên li Girtîgeha Şakranê ji DÎHA'yê re name şand. Turunok têkildarî binpêkirinên mafên mirovan de agahî dan û anî ziman ku du hevalên wan ji ber cezayên dîsîplînê serbest nayên berdan û wiha got: "Weke em dizanin li welatekî heke sûcek bê kirin li gorî wê yekê dadgeha ceza didin. Biryar tên girtin û girtîgeh jî ji bo înfaza ceza şertên guncav pêk tînin. Lê giştînameyên navxweyî û zagonên ewlehiya girtina ya hejmar 5275'an bi hiqûqekî cuda tev digere."
Turunok di nameya xwe de têkildarî pirgirêkên tên jiyîn wiha agahî dan: "Du hefte berê dema rojek ji tahliyeya hevalê me Şerîf Yaman re mayî cezayê dîsîplînê hate dayîn û jê re teblîkirin. Tenê ji bo tahliye nebe cez dan û tahliye nebû. Berê jî Omer Turgut jî bi hinceta cezayê wî yê dîsîplînê heye bi mehane nayê tahliyekirin. Hevalên me bi cezayê duyemîn tên cezakirin. Ya herî xirab ligel cezayê wan xilas bû serbest nayên berdan e. Niha li 2'yemîn girtîgeha em lê dimînin hevalên cezayê dîsîplînê negirtin tunene. Em dixwazin rayedar û hiqûqnas bi vê yekê re eleqedar bibin. Gelek hevalên me cezayê nameyan û telefonê yanî cezayê ragihandinê girtin. Ji hemû kesî re de çima ji min re nedan bê pirsîn ez nû hatim vê girtîgehê hêj dema wan neçêbûye. Ji ber vê yekê ez li ser navê hevalan vê nameyê dinivîsînim."
ENQERE