Zext û eşkenceya li hepsên Tirkiyê û Kurdistanê  dewam dike. Girtiyê nexweş Omer Akbey, ji bo tedawiya nexweşiyên Hepatît B û girêka li pişta wî der bû, berî 6 mehan ji Girtîgeha Tîpa L a Patnosê birin Girtîgeha Tîpa D a Amedê. Lê belê bêyî ku tedawiya Akbey temam bibe, ew li Tîpa L a Patnosê vegerandin.Akbey bi rêya telefonê ji malbata xwe re got, bêyî ku hincetekê jê re bêjin, ew ji Amedê sewqî Girtîgeha Tîpa L a Patnosê kirine.Malbatê nerazîbûn nîşan da û got,  bêyî ku tedawiya kurê wan temam bibe ew hatî sewq kirin.Di dema sewqkirinê de, zext lê hatî kirin da  ku xwe tazî bike.

Cezayê dîsîplînê danê

Girtiyê bi navê Erdogan Uçar ê li Girtîgeha Tîpa T a Odemîşa Îzmîrê dimîne jî bi rêya xwişka xwe Melek Uçar behsa binpêkirina mafan ên li girtîgehê kir. Uçar anî ziman ku birayê wê jê re gotiye cezakirina dîsîplînê li dijî girtiyan zêde bûye û got: “Her dawî 15 roj berê 2 meh cezayê qedexeya hevdîtinê dane. Uçar da zanîn ku birayê wê gotiye rêveberiya girtîgehê rojnameya Yenî Yaşamê jî nadin û wan. 

 

  NAVENDA NÛÇEYAN