Siyaseta  zext û ambargoyê ya Başûrê Kurdistan ya li ser Rojavaya Kurdistan didome û her diçe tundtir dibe. Deriyê Sînor yê Sêmalka ji 19’ê Gulanê de hate girtiye lê,  welatiyên nexweş û kesên rewşên wan awarte dikaribûn derbasî Başûr bidin. Lê ev du roje rayadarin Başûrê Kurdistan nahêlin nexweş, ne jî alîkariya mirovî derbasî Rojavaya Kurdistan bibe.Tenê destûra koçberên ku çûne Başûrê Kurdistanê tê dayîn ku vegerin.

Bi sedan kes li ber deriyê sînor li benda ku destûra derbasbûn bigrin rawesityane, hin welatiyên ku destûra derbasbûnê girtine jî, ev 2 rojin nikarin derbas bibin. Ciwanekî ku nexwest navê xwe eşkere bike diyar kir ku ew liser nûçeyên televîzyonên Rûdaw û Zagros ya PDK derbarê vekirina deriyê sînor de hatiye deriyê sînor. Bi zanebûn berê gel didin deriyê sînor û gel li vir perîşan dikin.
Rayadarên deriyê Sêmalka diyar kirin ku heta berî du rojan Rayadarin Başûrê Kurdistan dihiştin nexweş derbas bibin û alîkariya mirovî jî were, lê ev 2 rojên Rayadarin Başûr nahêlin nexweş û alîkariya mirovî derbas be.  Jineke nexweş ku nexwest navê xwe bêje, diyar kir ku ev 2 roje destûra derbasbûnê wergirtiye ev 2 rojin nikare derbas bibe. Jineke din jî diyar kir ku ew berî hefteyê livire û li çolan radizê.
Endamê komîta rêvebir yê Deriyê Sînor ê Sêmalka Siaymend Osman  diyar kir ku derî ji aliya hikûmeta herêmê ve hîna girtiye, ev 2 rojin  ku welatiyên Rojava vedigerînin. Osman diyar kir ku wan destûrnameyên gelek kesên nexweş amade kirine, lê rayedarên Başûr rê nadin wan ku derbas bibin. Rayedaran diyar kirin ku televîzyonên Rûdaw û Zagros derbarê vekirina deriyê sînor de nûçeyên derew ên wekî ku deriyê sînor vekiriye diwşînin, welatî jî van nûçeyan bawer dikin û têne herêma sînor, lê ev nûçe nerast in.  Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan jî deriyê Sêmalka ji 19᾿ê Gulanê ve bi temamî ji aliyê rayedarên Başûrê Kurdistanê ve hatiye girtin. 

HESEKÊ