Her kes xwe baqil dibîne. "Ti kes nabêje; dewê min tirş e!" Hin mirov hene, sebebên têkçûna xwe ne di xwe û emelê xwe de, li dereke din digerin. Kesayetiya herî xirab jî ew e ku li cihê ku kêmasiyên xwe bibîne, serî li azîna xwerexnekirinê bide, wê derman bike, kesên din, şert û şirûtên heyî wek bone nîşan dide. Heta hin kes hene, wek kesayetî di rewşeke wisa xirab de ne, dema destên wan bilerize, pîyale ji destên wan bişeqite bikeve û bişkê, dibêjin; "Ji ber ku te/wî/wê lê nihêrî, lewma pîyale ji destê min şeqitî, ket û şikiya!“

Kesayetiyên bi pirsgirêk li hemberê rûdan û têkçûnan ti car li xwe venagerin, sebebên têkçûnê di xwe de nabînin, wê di serada xwerexnekirinê re derbas nakin, bi giranî hewl didin ku pirsgirêkên derûniya xwe ya nexweş bi hin rûpoşandinên xapînok biparêzin. Ev azîn di pêvajoya salan de li wan dibe wek hemaneke lipêmayîn û jiyanê. 

Kesayetiyên di warê derûnî de wisa nexweş ji bo veşartina rastiya xwe, bi giranî serî li van azînan didin: 1- Tişt û kirinên din derdixin pêş ku wê bidin jibîrkirin. 2- Hin sebeban wek egera têkçûnê derdixin pêş ku bikanin tewana xwe û kêmasiyên xwe porbikin. 3- Tewana xwe, têkçûna xwe li kesên din bar dikin, wan wekî egera têkçûnê nîşan didin. 4- Hima li pişt têkçûnê, xwe didin aliyekî ku lê derfetên serkeftinê hene, yan jî wek cihekî bi prestîj e. 5- Mîna ku ew ne sebebê têkçûnê bin, bi xwe têkçûnê rexne dikin. Mînak; diz li ser xirabiya diziyê diaxive. 6- Hewl didin ku bi hin mînakên dişibin têkçûna wan, vê têkçûna xwe wek tişteke normal nîşan bidin. 7- Ew tim di nava xewjînên pêkanîna wan gelek dijwar de ne û wê pêşniyaz dikin. 8- Ew hima ji wê têkçûnê direvin, yan jî xwe didin aliyekî ku tewana têkçûnê li ser kesên din bimîne. 9- Bi alîkarîya hin derdor û derfetan, rê li ser sebebê têkçûyîna xwe sebebê têkçûnê bûyîna xwe diguherînin. 10- Xwe kişandina qalikê xwe yê berê. 11- Redkirina her tiştî, înkar kirin.

Dema em di neynika vê şiroveya kesayetiya nexweş de li mirovên ji rêzê, rewşenbîr, siyasetvan, kom, komik, partî û hêzên Kurd ên di derekeya têkçûnê de ne binihêrin, em ê hê baştir bikanin rastiya rewşa Kurdistan tê de, sebebên têkçûnên li ser xaka Kurdistanê, têbigihîjin. Wekî din tenê bi tewanbarkirina kes û koman, li dereke din li sebebên têkçûnê gerîn, birîna me derman nake û me nagîhîne encamekê.

Di piraniya mirovên bindest de ev nexweşiya derûnî heye. Mirov li jiyan û tevgera kîjan kesê ji rêzê binihêre, bi kêmasî nîvê vê nexweşiya derûnî li ser wan dibîne. Kêliya mirov behsa psîkolog û tedawîyê bike, ew êrişê mirovan dike û têkiliya xwe ji mirovan dibire.

Kesên ji nava malbatên ji rêzê hatine, di dibistanan de xwendine, hewl didin di warê rewşenbîrî, yan jî bi kêmasî di warê nivisandin û nirxandinan de dikeve nava hewldanan, ji aliyekî ve bi sîmptomên vê nexweşiyê dagirtine. Li aliyê din li ser bingehê polîtîka perwerde û aboriya dagirkeran yan jî welatekî din gihiştiye wê pîleya nêzê rewşenbîrîyê. Ew di warê têgîhîştin û derûnî de hê ji mirovên ji rêzê bi problemtir û seqetir in. Nirxandin û şiroveyên van kesan jî li gor cihana van kesan in. 

Li Bakur Siyasetên salên heftêyî pêk hatine, bi giranî li ser bingehê vê kesayetiya bi derûnî nexweş, rûniştiye. Ji bo ji vê kesayetiyê filitin û kesayetiyeke din derxistina pêş, pêdivî bi xwekuştin û li ser bingeheke û kesayetiyeke nûjen ku hetanî radeyekê ji vê nexweşiyê rizgarbûyî, hebû. Siyasetên Bakur ti car di vî warî de hewl nedan, lewma têk çûn, lê ji ber vê nexweşiyê jî nekanîn sebebên têkçûnên xwe têbigîhîjin. Bibîranîna vê rastiyê jî wek dijminahî têgihîştin, lewma tev de bûn qûtên ber nikulên dagirkerên Tirk ên reng AKP´yî. 

Di pêvajoya Referandûmê de yên bi def û zurne, bi halan û malanan gaz didan serkariya Hewlêrê jî li gel çend kesên revok, ev derûdor bûn. Hewlêra ku bi vê nexweşiyê hatibû ber fetisandinê, dema  nexweşên Bakur jî serî li wan werimandin, êdî wan ne kes bîhîst, ne jî li kesî guhdarî kir, Lewma encam bû têkçûneke pir rezîl û nayê telafîkirin.

Tenê PKK´ê bi berxwedanên li zîndanan, guleya yekemîn ya li Eruh û Şemzînanê, bi kûrahî li ser vê kesayetiya nexweş rawesta û li gel wê bi pir baş bikaranîna rexne û xwerexnekirinê hewl da ku vê çembera nexweşiya derûnê parçe bike û bi kesayetiyeke nû berê xwe bide azadiyê. Lewma jî di her êrişên bêbext de kanî ji nû ve xwe vejîne. 

Bi dîtina min çareseriya Başûr jî rasterast bi tedawîkirina wê nexweşiya derûnî, yan bi kuştina wê kesayetiyê û afirandina kesayetiyeke nû, têgihîştineke nû ve girêdayî ye.