Li Wanê piştî erdhejên mezin li aliyekî nexweşxane xizmetê nadin, li aliyê din jî welatiyên di konan de dijîn ji ber şert û mecên pir sar û xerab nikarin tenduristî û paqijiya xwe biparezin. Ji ber şertên xerab û gemarê nexweş dikevin. Di demê dawî de herî zêde nexweşên zikêş, virik, enfeksyon, gurîbûnê serî li nexweşxaneyan didin. Dîsa ji ber welatî nikarin xwe bişon di nava laş û cilê wan de sipî jî zêde bûn.
Yekîneyên tenduristiyê yên SES û TTB'ê li Mala Şînê ya li taxa Seyît Fehmî Avrasî ya Şaredariya Wanê û di konteyniran de xebatên xwe didomînin. Peyvirdarên tenduristiyê diyar kirin ku rojê nêzî 300-400 kes ji bo muaneyên serî li wan didin. Doktoran anîn ziman kesên muayine dibin piranî ji ber şewb, bapêş, zikêş û firikê in. Doktoran, da zanîn ku li gel van nexweşiyan ji ber şert û merçên paqijiyên yên nebaş di nav gel de bûyerên gurîbûnê û sipîbûnê jî tên dîtin. Doktoran, destnîşan kir ku di nav gel de ji ber erdhejê pirsgirêkên psîkiyatrîk jî zêde dibin. Serokê Şaxa SES'ê ya Wanê Yilmaz Berkî têkildarî nexweşiyan diyar kir ku herî zêde zarok, jin û pîr nexweş dibin. Berkî, anî ziman ku nexweşiyên sereke bapêş û zikêş in. Berkî, da zanîn ku ji ber derfetên gel yên di konan de paqijiyê bikin tune nexweşiyên wekî gurîbûnê jî dest pê dikin. Berkî, bilêv kir ku di aliyê dermanan de tu pirsgirêkên wan tunene û wiha got: "Herî zêde hewcehiya me bi dermanên ku ji bo nexweşiyên bapêş û zikêşê hene.
Tendurîstvanê Endamê SES'ê Muhsîn Baygumuş jî anî ziman ku ji ber ku welatî di konên havînê de dimînin nexweş dikevin. Baygumuş, bilev kir ku nexweşiyên virik û bapêş zêde ye. Baygumuş, da zanîn ku ji ber şertên paqijiyê tune nexweşiya gurîbûnê jî zêde dibe û sipî dikevin welatiyan.

Derûnînasê dildar Abdurrahman Bedîr jî diyar kir ku ji ber erdhejê stresa welatiyan zêde û bûye. Bedîr, anî ziman ku ji ber vê yekê gelek kes ji nişkave digirîn, nikarin xwarinê bixin, Bedîr, da zanîn ku ev nexweş di demên erdhej û şer de zêde dibin. Bedîr, bang li hemû psîkologan kir ku li herêmê li ser van nexweşiyan bixebitin.

DÎHA/WAN