HAWRÊ KIRÊKAR / ROJNEWS/XURMATÛ
Li navçeya Xurmatû ya ser bi parêzgeha Selahedînê ve Nexweşxaneya giştî ji ber bê bijîşkiyê û bê dermaniyê, li ber girtinê ye. Li navçeyê, tenê nexweşxaneyeke giştî heye. Nexweşxaneya Xurmatû di salên 80’yî de hatiye çêkirin. Lê niha gelek pirsgirêkên wê hene. Nexweşxane ji 18 beşan pêk tê, lê tenê 9 bijîşk li nexweşxaneyê kar dikin. Beşeke nexweşxaneyê jî radyolojî ye. Lê ev nêzî salekê ye bijîşkê ku li beşa radyolojiyê dinêre, destûr xwestiye û kar nake. Ti bijîşkekî din jî li şûna wî kar nake. Ji ber vê yekê, ev saleke deriyê beşa radyolojiyê girtî maye.
Pirsgirêkên ewlekariyê jî hene
Ji bilî van pirsgirêkan, pirsigrêka karmendên nexweşxaneyê jî heye. Karmend ditirsin pirsgirêkên xwe bi eşkereyî bînin ziman. Karmendekî ku nexwest navê wî bê nivîsandin û wêneyê wî were belav kirin, got, “Jiyana me di metirsiyê de ye, çekdarên Heşda Şehbî bi çek û teqemenî dikevin nava nexweşxaneyê.”
Rêveberî hat guhertin
Di Sibata îsal de bi biryara rêveberiya tendirustiya parêzgeha Selahedînê, rêveberê nexweşxaneya giştî yê Xurmatû ji kar hat dûrxistin. Ji bo vê, niha nexweşxane ji aliyê rêveberiya giştî ya tendirustiya Selahedînê ve tê birêvebirin. Yek ji endamên rêveberiya giştî yê tendirustiya Selahedînê Kamîl Cemîl derbarê mijarê de got, “Li nexweşxaneyê gelek pirsgirêk hebûn û nedihatin çareser kirin. Biryar hatiye girtin ku 6 bijîşkên pispor li nexweşxaneyê dest bi kar bikin.”