Li Sûriyê piştî şerê navxweşî dest pê kir û li 7 bajaran xweseriya xwe îlan kir, çeteyên li Tirkiyeyê tên perwerdekirin sewqî Sûriyeyê tên kirin. Li aliyekî Şerê di navbera Rêveberiya Esat û Artêşa Azad a Sûriyê (OSO) de zêde dibe, li aliyê din Tirkiye çeteyan perwerde dike û dişîne Sûrieyê û şer bêtir sor dike. Endamên çeteyên çekdar ên li Serêkaniyê û Reyhaniyê perwerde dibin û tên şandin, aloziya nava Sûriyeyê bêtir sor dike. Çeteyên derbasî Sûriyeyê dibin êrîşî Kurdan dikin û hewl didin ku li nava bajarê Kurdan jî şer pêş bixin. Hem dixwazin bajarên Kurdan bikin qada şer û hem jî dixwazin rêya koçberiyê li Kurdan vekin. Endamên çeteyan ên ku diçin aloziyê derdixin û birîndar dibin bêyî li gorî zagon û peymanên şer guhdar bikin dîsa bi awayekî dijzagonî sewqî Tirkiyeyê dikin û li nexweşxaneyên dewletê yên Serêkaniyê ya Rihayê û Reyhanli ya Hatayê tên dermankirin. Der barê vê mijarê de Sekreterê Giştî yê TTB'ê Beyazıt Îlhan, nerazîbûnên xwe anîn ziman. Îlhan, diyar kir ku ji ber birîndarên şer ên li Sûriyeyê sewqî nexweşxaneyên Serêkaniyê tên kirin welatiyên sivîl nikarin biçin nexweşxaneyê. Îlhan destnîşan kir ku nexweşxaneyên cerahiyê li Serêkaniyê û Reyhanliyê ne ji bo cerahiya şer hatine vekirin. Îlhan, anî ziman ku piştî şer li Sûriyeyê dest pê kir Tirkiye raste rast piştgirî da OSO û hêzên çeteyan û wiha got: "Birîndarên çeteyan û OSO jî sewqî nexweşxaneyên Serêkaniyê û Riyhanliyê kirin. Em wekî doktor û hekîman her tim diparêzin ku her kes ji mafê tenduristiyê sûdê bigirin û xizmeta tenduristiyê bidin her kesî. Lê ger ku Tirkiye alîkariyê bi birîndarên dewleta dijberî xwe re bike mijarek cuda ye. Wê demê zagon û peymanan îhlal dike. Birîndaran bi destûra Tirkiyeyê sewqî Nexeşxaneyên Serêkaniyê û Reyhanli dikin û ev dibe sedema ku welatiyên sivîl nikaribin biçin nexweşxaneyan. Dema ku nexweşên bi vî rengî tînin nexweşxaneyan doktoran jî dixin rewşek xerab."
'Agahî nadin doktoran'
Îlhan, anî ziman ku nexweş û birîndarên ku sewqî nexweşxaneyan dikin bêyî agahiya hekîman sewq dikin û wiha berdewam kir: "Doktor der barê mijarê de ne xwedî agahî ne. Tenê dizanin ku kesên bi belge tên sewqkirin. Qada cerahiya şer qadek pir cuda ye. Ji ber vê yekê doktorên li Serêkaniyê û Reyhanliyê kar dikin bêyî agahiyê hekîmtiya cerahiya şer dikin."
Îlhan, xwest ku li vir li hekîman lêpirsîn neyê kirin û li şûna wê pergal bê darizandin û hesap ji pergalê bê pirsîn. Îlhan, da zanîn ku Tirkiye bi zorê doktoran dikin alîgirên şer û ji ber zêde birîndarên şer dikin tên nexweşxaneyê êdî welatiyên sivîl nikarin ji mafê tenduristiyê sûdê bigirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li dijî vê yekê di 20'ê Çile de me xwest mîtînga li dijî şer pêk bînin. Lê Waliyê Dîlokê destûr neda vê yekê. Em li welatê xwe û herêmê şer naxwazin. Niha rewşek awarte heye. "
DÎHA/ENQERE