Nexweşxaneya Sozî Derûnî yekemîn nexweşxaneya ku li herêma Kurdistanê 10 sale bûye startgeha nexweşên jin yên şîzofren. Heta niha zêdetirî 300 nexweşên jin divê nexweşxaneyê de hatine dermankirin û baş bûne.
Nexweşxaneya Sozî dikeve komelgeha Tasluce a ser bi bajarê Silêmaniyê. Sala 2009’an bi pêşengiya Yekitiya Jinan hatiye avakirin. Ev nexweşxane di bin çavdêriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Tendirustiyê de tê birêvebirin. Deriyê nexweşxaneyê ne tenê ji bo bajarekî, ji hemû bajar û navçeyên herêma Kurdistanê re vekiriye.
Şertê Nexweşxaneya Sozî hene
Nexweşxane ji bilî odeyên doktoran, hinek odeyên muzîk, stran, karê dest û sînemayê jî hene. Nexweşên şîzofren rojane ji bo çareseriya nexweşiyê di van odeyan de dema xwe dibihurînin. Şertê wergirtina Nexweşxaneya Sozî jî hene. Yek ji van şertan divê kesê/a nexweş ji aliyê malbata wê ve bê birin. Destpêkê, lijneya derûnî dibîne û piştre jî ji aliyê rêveber ve tê pejirandin. Herwiha jinên din yên nexweş, û bêkes jî bi kefaleta aliyekî yan jî kesek tên girtin.
Lazim e cihekî taybet were avakirin
Rêvebara nexweşxaneyê Lave Dara li ser mijarê peyivî û got, "Niha di nexweşxaneyê de 7 kes li gel me ne û hatine dermankirin. Lê ji ber ku ti kes nîne wan nexweşan bigire di nexweşxaneyê de ne. Divê ji bo kesên bi vî awayî tên dermankirin û bê xwedî, cihekî taybet were avakirin."
ROJNEWS/SILÊMANÎ