Li Iraq û Sûriyê operasyonên hêzên koalîsyona navdewletî û hêzên herêmî yên li dijî DAÎŞê dewam dike. Li Iraqê li derdora bajarê Fellûceyê DAÎŞ hat paşvexistin û li Sûriyê jî li bakurê Helebê heta sînora Tirkiyê, yanî li Şehba ya Rojava Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kontrola gelek gund û navçeyan ji destê DAÎŞê girtin. Li Rojava bajarokê Minbicê hate dorpêçkirin û gundên derdorê gişt hatin rizgarkirin. Berdevkên rêveberiya Rojava daxuyandin ku ev pêngav wê heta gîhandina kantonên Efrîn û Kobanê berdewam bike.
Ji xwe wekî ku tê zanîn; demeke berê Federasyona Rojava - Bakurê Sûriyê hatibû îlankirin û ji bo rêveberiya wir Hevpeymana Civakî tê amadekirin. Herwiha ji hêla Kurdan û rêveberiya Federasyona Rojava - Bakurê Sûriyê ve ji bo Sûriyeke federalî jî amadekarî têne kirin.
Li hinda vê yekê; bevdevkên Hikûmeta Federalî ya Başûrê Kurdistanê jî niqaşa referandûma serxwebûnê germ dikin. Ew tînin zimên ku êdî nema Iraq wek yekparçe bimîne û an di nava Kurd, Sune û Şiayan de bibe sê parçeyan, an jî ji sê paytextan wek pergaleke konfederalî bê bi rê ve birin…
Ev pêşketinana gişt bi statûyê siyasî yê Kurdan ve dîrekt elaqedar in. Ji ber vê yekê jî dewletên herêmî gişt bi van pêşketinan ne razî ne. Tirkiye, Îran û Sûriyê her çiqas di nava xwe de xwedî pir nakokî û probleman bin jî, li hemberî bihêzbun û pêşketina rewşa xwedîstatûbûna Kurdan heman tiştî difikirin û dixwazin Kurdan tim mahkûmê rewşeke bêîrade û bêstatû bikin. Ji ber ku li Iraqê statûyekî Kurdan ê siyasî heye, ew li hemberî pêşketinên dawî zêde dengê xwe nakin…
Bi belavbûna ewrên siyasî yên li ser Sûriyê û Iraqê ve, ev her sê rejîm; Tirkiye, Îran û Sûriye dîsa ketine nava dek û dolaban ku li herêmê Kurd wek her demê her bêstatû bimînin. Dîplomatên van her sê dewletan çend hefte berê li Cezayîrê hatine cem hev û li ser tedbîrên li dijî statûyê Kurdan niqaş kirine. Rejîma Tirk a ku li Sûriyê bi destê çeteyên selefîst yên mîna DAÎŞ, Nûsra û Ahrar Şamê dixwaze rejîma Baas a Beşar Esad hilweşîne, niha sewa pêşîgirtina destketiyên Kurdan dîsa rêyên diyalogê bi rêveberiya Şamê re digere. Wer xuya ye; ku hewldanên Tirkiyê yên ji bo nermkirina tansiyona bi Rûsyayê re jî her wiha bir destketiyên Kurdan ên li Rojava ve girêdayî ye.
Pêşketineke din a berbiçav jî; zêdebûna êrîşên Îranê yên li Rojhilatê Kurdistanê ne. Van rojan êrîşên hêzên rejîma Îranê yên li dijî gerîla (HRK) û pêşmergeyên (Î-PDK) Kurd zêdetir bûne û bahsa şehadeta çend şervanên Kurd tê kirin.
Hêzên serdest ên ku ji Kurdan re jiyaneke azad û aram û statûyekî siyasî rewa nabînin, ne tenê bi hewldanên navxweyî, herwiha bi hewldanên ji bo parçekirin û bi parçeyîhiştina hêz û vîna Kurdî jî balê dikişînin. Tê gotin ku li Ruhayê bi daxwaziya dewleta Tirk civîneke ku kesên xwe wek Kurd didin nasandin hatiye kirin, ku rewşa Rojava tevlîhev bikin û destketiyên Kurdan şelû bikin. Di vê meseleyê de hebûna tiliya PDKê helbet Kurdan giştan diêşîne. Çiqas rast e, ne diyar e; lê tê gotin ku PDKê li Başûr jî li derdora Şengalê amadekariya şerekî li dijî hêzên Kurdî yên din, yên mîna HPGê dike. Hêvî ev e ku gotinên bi vî rengî ne rast bin û PDKê êdî dev ji astengkirina yekîtiya netewî û kombûna Kongreya Netewî berde.
Di demeke bi vî rengî ya dîrokî de, kîjan hêza Kurdî ji bo yekîtî û statûyê Kurdî rolekî erênî lîst, ewê di siberojê de jî ji hêla Kurdan ve bê xwedîkirin. Lê kî îro rolekê nexêr bilîze; wê him xirabiyê li xwe bike û him jî li Kurdan giştan…