Ciwanê Swêdî Refael Kardar yê ji berî niha jî çend caran beşdarî şoreşa Rojavayê Kurdistanê bûbû, vegeriyabû Swêdê û li Swêdê der barê Rojava de ji rojnameyan û bernameyên televîzyonên Swêdê re axivîbû. Kardar dema ku careke din dixwaze biçe Rojavayê Kurdistanê û li wir beşdarî nava refên YPG'ê bibe li Herêma Kurdistanê bi hevalekî xwe re tê girtin û mehekê di girtîgeha PDK'ê de dimîne. Ciwanê Swêdî Refael Kardar piştî hat berdan li ser hesabê xwe yê Facebookê peyamek belav kir û diyar kir ku sedema girtina wî ew bû ku dixwest beşdarî nav refên YPG'ê bibe. 


 HEWLÊR