
Li Rojavayê Kurdistanê xebatên ragihandin rolek girîng dide ser milê xwe. Ji van yek jî Rojnameya Ronahî ye. Rojnameya ku di meha tîrmeha 2011'an dest bi weşana xwe kir ji şoreşa Rojava re bûye neynik.
Rêveberiya Rojnameya Ronahî Bêrîvan Xelîl diyar kir ku di nav xebatên rojnameyê de ji sedî 50'ê jinin. Xelîl di derbarê xebatê rojnameyê de wiha axivî: ''Rojnameya Ronahî di serî de heftê carek dihat çapkirin, lê ji ber qad û xebat hatin ber ferhkirin me heftê kir du car. Tevî kêmbûna endaman rojnamê xebat di astek bilinde dihate meşandin. Xebatkarên rojnamêya Ronahî niha li hemû deverên Rojavayê xwe bi rêxistin kirine. Jin bi hêjmarek mezin cihê xwe di nava rojnameyê de digre û pêşengtiya kar dike. Rojnameya Ronahî bi xebatên jin ên aktîf buye dengê jin"
'Pêşketina jinê zêdetir e'
Xelîl bal kişand ser rolê raghandinê di nava civakê de û axaftinen xwe wiha domkir:
''Qadên raghandinê qadên ku mirov tê de xwe û civaka xwe nasbike. Ji ber ku em ji rastiya xwe ya civakî hatibû durxistin, di gelek mijaran de me zehmetî kêşand. Lê bi xebatên rojnameyê re ji bo me bu qada xwe perwerde kirin û naskirinê. Jinan li her qadên şoreşê berpirsyartî girtiye ser milê xwe. Bê guman ji bo rojnamegerên rojnameya Ronahî jî ev yek pêşket. Gelek rojnamegerên em di bin şert û mercên zehmet de serkeftinên mezin bi dest xistin û xebatê xwe rêvebirin."
Misyona wê girîng e
Li aliyekî din jî xebatkarê rojnameyê Sûhêla Sofî ku ev nêzî du salin li rojnamê dixebite wiha got: ''Rojnameya Ronahî ji bo pêşxistina civakê û perwerde kirina wê rolek girîng dide ser milê xwe. Eleqedariyek mezin a gel jî li hember rojnamê pêşdikeve. Di Şoreşa Rojava de em fêrî gelek tiştan bûn û bi taybet jina Rojava dikarin êdî rêvebirtî û pêşengtiya hemû xebatan bikin."
Erebî û Kurdî weşan dike
Endama rojanameya Ronahî Sûzan Elî ku bi beşa civakî re eleqedar dibe jî wiha got: ''Ji ber pergala rejîma Baasê rojnamegertiya Kurd li Rojavayê Kurdistanê pir zêde pêşneket. Lê bi şoreşa Rojava re di gelek qadên civakî û rêxistinî de pêşketin çêbû. Civak li hember dagirkeriyan şiyar bû û êdî xebatên perwerdê dikin. Ev yek jî asta civakê diyar dike."
Her wiha endamê rojnameyê Sîpan Can ji di derbarê xebatên xwe de wiha got: ''Di rojnameya me de beşê Kurdî û beşê Erebî heye her yek cûda cûda tê çapkirin, lê Kurdî tenê heftê careke. Armanca Ronahî di aliyê siyasî, civakî û aborî de û xebatên gel, xebatên di şoreşê tên meşandin bidin nîşandan, Rohnahî li ser vî bingehî hate avakirin."
Rojnameya Ronahî destpêke xebatên xwe yên çapkirine tenê li bajarê Helebê pêk dahat û ji kantonên Kobanê, Cizîrê û Efrînê re dahatin rê kirin. Lê piştî ku li Helebî şerê dijwar gewimîn Rojnameya Ronahî derbasî Efrînê bû û baskê xwe li Kantona Cizîrê jî ava kir.
ROKSEN EFRÎN-PERWÎN XELÎL/JINHA/QAMIŞLO