Bîra Birînê cureya wê helbest bû di sala 2010’an de û Şewq û Payiz jî ku cureya wê ceribandin bû di sala 2011’an de vê carê jî kitêbeke çîrokan derdikeve pêşberî xwendevanên xwe: Ristika Morîkan.
Ristika Morîkan" neynikeke şikestî li rihê birîndar î Kurd digre. Neynikeke ku kes nexwaze li sûretê xwe yê winda yî tê de binere. Fatma Savci di sala 1974’an de, li gundê Girêmîra ku li ser Nisêbînê ve ye ji dayik bû. Dibistana seretayî li Girêmîra xwend. Di sala 1992’yan de, ji bo raman û çalakiyên xwe yên siyasî hate girtin. Di dawiya sala 2003’yan de, ji zindanê derket derve. Hîna li hundir helbestên wê di kovar û rojnameyên Kurdî de belav dibûn. Piştî derket kitêbên wê yên helbestan Gulên Qasid, Xewnên Zîvîn, Bîra Birînê û peşxana bi navê Şewq û Payiz ji weşanên Avesta derketin. Ristika Morîkan kitêba wê ya çîrokan a yekemîn e. Fatma Savci niha li Swêdê dijî, mamostetiya zimanê Kurdî dike û xebatên xwe yên wêjeyî di çavê dûrbûneke tîrtir de, li zeman û serdemeke sartir didomîne.
Pirtûka bi navê Ristika Morîkan a Fatma Savci ku bi cureya xwe çîrok e 96 rûpel e û bi bergeke balkêş ji nav WeşanênAvestayê derket. 

AMED