Çalakiyên Wêjeyî yên Huseyîn Çelebî ji bo cara 26’emîn bi rê ve çûn. Merasîma xelatdayînê îsal li bajarê Elmanyayê Frankfûrtê hate lidarxistin.

Di çalakiyên wêjeyê yên Huseyn Çelebî de îsal helbest û kurteçîrokên bi Kurdî (Kurmancî, Kirmanckî), Tirkî, Erebî û Elmanî hatin hatin nirxandin û xelatkirin.

Di merasîmê de Koma Delal Amed, strana xwe ya ji bo Huseyîn Çelebî got, piştî guhdarkirina çend stranan, bernameyê bi axaftinên li ser navê YXK û JXK dewam kir. Hevalên Huseyîn Çelebî û bavê wî Rifat Çelebî li ser dikê. Rifat Çelebî banga xwedîderketina li çanda Kurdî û fêrbûna zimanê Kurdî li ciwanan kir û got; “Her kesa ku bi Kurdî nizane destekê dide politîkayên asmîmîlasyonê.”

Di çalakiyê de Rotînda, Denîz Deman û Les Etoîles de Botan derketin ser dikê.

 

Berhemên ku di çalakiyê de xelat wergirtin jî ev in;

  • Kurmancî helbest: Habîb Aslan “Hestî”
  • Kurmancî Kurteçîrok: Dîlzîz Mizgîn “Senfoniya Azadiyê”
  • Kirmanckî kurteçîrok: Mehmet Seyîtalîoglû “Dager”
  • Tirkî helbest: Alî Koç “Çeyrek Asir”
  • Tirkî kurteçîrok: Mûrat Kozat “Ğar”
  • Erebî helbest: Newroz Muslim “Bi we Kurdan didim naskirin”
  • Elmanî helbest: Dewran Dêrsim “Kälte in der Wüste.”
 

FRANKFURT