
Li Girtîgeha Zarokan a Şakrana Alîagya Îzmîrê, hat derpêşkirin ku zarokên bi navê M.A., Î.A., A.H., M.H.T., M.B. û N.M. ên temenê wan di navbera 15-17 salan de ne, ji paş ve hatin kelepçekirin û rastî îşkenceyê hatine. Ji parêzerên Platforma Huqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Yûnûs Emre Guneş ê di 30’yê kanûna 2016’an de li girtîgehê bi zarokan re hevdîtin pêk anî got, “Li girtîgehan îşekenceya li ser girtiyan veguheriye reşeke sîstematîk.”
Axaftina Kurdî qedexe ye
Guneş ragihand ku, hefteya borî 6 zarok rastî îşkenceya gardiyanan hatine û behsa bûyerê kir: “Di dema lêgerîna rûtîn de, 2 zarokên ji Kobanê ji ber bi Tirkî nizanin, di navbera xwe de bi Kurdî diaxivin. Gardiyanên dibînin ku her du zarok bi Kurdî diaxivin, ji zarokan re dibêjin, ‘Ev der Komara Tirkiyeyê ye. Zimanê fermî Tirkî ye. Li vir axaftina bi Kurdî qedexe ye’ û bi vî awayî heqaretê li zarokan dikin. Ji ber zarok ji Kobanê ne, bi Tirkî nizanin û her çiqas zarokên din ev rewş diyar kirine jî, gardiyanan zext li zarokan kiriye.
Bi awayekî nîjadî
Piştî bûyer çûye guhê mudurê girtîgehê wî bi tevî 50 gardiyanî bi ser qawîşa girtiyan de girtiye û li 6 girtiyan xistiye. Paşî ew birine hucreyên kamera lê tune. Guneş dibêje ku, “Dest û lingê her 6 zarokên girtî hatine kelepçekirin û ew birine hucreyên cuda û bi qasî 20 deqîqeyî bê navber, bi awayekî giran îşkence li zarokên girtî hatiye kirin. Di dema îşkenceyê de gardiyanan bi gotina ‘terorîstno’ bi ser zarokan de kirine qîrîne û ev îşkence li ber vegotinên zayenî û nîjadperestî hatiye kirin.”
Bijîşk jî hevkar in
Guneş diyar ku, zarok bi qasî 3 saetan bi kelepçikirina ji paş ve hatine rawestandin û paşê ew birine revîrê û got, “Bijîşkê girtîgehê tenê li destê zarokan nihêrî ye, bûyera derbkirinê rapor nekiriye. Piştî bûyera derbkirinê, îdareya girtîgehê der barê 6 zarokan de lêpirsîna dîsîplînê daye destpêkirin û der barê 6 zarokên girtî de 15 roj cezayê qedexeya derketina fealiyetên civakî hatiye dayîn.”
Rewş dê xeraptir bibe
Guneş anî ziman ku, dema zarok ji bo parêziyê derketine pêşberî heyetê, ji aliyê reveberiya girtîgehê ve wiha gef li wan hatiye xwarin: “Ji niha û pê ve dê ji bo we xerabtir bibe. Ji niha û pê ve dê tu tişt ne wek berê be.”
Wê giliyê berpirsan bikin
Der barê cezayê hucreyê û çalakiyan de yên ji bo zarokan hatine dayîn de Guneş dibeje ku ewê gilî bikin û ragihand ku, “Her wiha ew ê gardiyanên ku îşkence kirine, îdareya girtîgehê û Wezareta Dadê jî gilî bikin” Guneş gotinên Wezareta Dadê yên ‘wê gelek girtîgehên zarokan bên vekirin’ bi bîr xist û axivî: “Em bang li Wezareta Dadê dikin. Ji dêvla hûn gelek girtîgehên zarokan vedikin, şert û mercên girtîgehên heyî sererast bikin û rê li binpêkirinan mafan bigirin. Îşkenceya sîstematîk a li girtîgehan tê sepandin polîtîk e.”
ÎZMÎR