Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê doh beşdarî Platforma Silêmaniyê bû. Nêçîrvan Barzanî li vir gotarek pêşkêş kir û got: “Iraq li gorî mafên Herêma Kurdistanê tevnegeriyaye. Ev dîktatorî metirsiyê li ser pêvajoya siyasî ya Iraqê çêdike.”

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser rola serkirdeyên Kurdan li Iraqê û der barê sekreterê giştî yê YNK’ê Celal Talabanî de got: “Serok Mam Celal parêzerê tifaqa li Iraqê ye.”

Derbarê hêjmara penaberên li başûrê Kurdistanê de jî Neçîrvan Barzanî got, niha milyonek û 800 hezar penaberên Iraqî û Sûrî li Herêma Kurdistanê ne û mesrefa wan jî milyarek û 500 milyon dolar e.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser peymana navbera Hewlêr û Bexdayê de û got: “Bexda li gor peymana Hewlêr-Bexdayê tevnegeriyaye. Birîna budceya Herêma Kurdistanê li Iraqê derfetek hevbeş nehiştiye û êdî em vê yekê qebûl nakin.” 


 ROJNEWS/SILÊMANÎ