Azad beriya salên 1990'î hat Elmanyayê di xebatên şanoya Elman û muzîka Erebî de cih girt. Azad sala 1992'yan bi tesadûfî li kolanê rastî du kesên bi Kurmancî diaxivin tê, dixwaze wan nas bike. Yek ji wan kesan Mûrat Ozturk (Barzan) ê li Girtîgeha Stuttgart Stammheim ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd bedena xwe dide ber êgir e.

Azad Têkoşîna Azadiyê ya Kurd ji Mûrat Ozturk guhdarî dike û biryar dide ku xebatên xwe li ser çanda Kurd bidomîne. Wek gava yekemîn koma muzîkê ya Koma Heval ava dike. Azad bi koma ku ava kir tevkariya madî li komeleyê kir û di çalakiyan de jî derket ser dikê. Azad bi xebatên siyasî û çandî di nav Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de ked da.

Azad xebatên muzîkê yên têkildarî zarokan jî kirin û albûma bi navê ‘Carekê bibînim’ jî derxist. Azad berî niha bi 4 mehan ji ber nexweşiya dil emeliyat bibû.

Doh merasîma cenaze li ber Navenda Civaka Demokratîk a Heîlbronn pêk hat, çav li rê ye cenaze ber bi Qamişlo ya Azad bi salan bi hesreta wê bû  were oxirkirin. 


HEILBRONN