
Gerîlayê HPG’ê Nîdal Cûdî tevî hevalek xwe li Şirnexê 3’ê Gulana 2012’an de, di pevçûnekî navbera Hêzên Parastina Gel (HPG) û Artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da bû. Cenazeyê Gerîla Nîdal Cûdî ji 3’ê Gulana 2012’an ve li morga Malatya dihat ragirtin. Cenazeyê Nîdal piştî 11 mehan duh derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Cenazeyê Gerîla Nîdal Cûdî ji aliyê hezaran kesî ve hate pêşwazî kirin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi gundê Erebo Şaxo yê ku lê ji dayik bûye ê navçeya Mabata Efrînê ve hate birêkirin. Piştî ku cenazeyê Gerîla Nîdal Cûdî li gundê Erebo Şaxo yê ku lê ji dayik bûye hate gerandin, cenaze ji aliyê hezaran kesî ve bi merasîmekê li goristana Şehîd Seydo ya navçeya Cindirêsa Efrînê hate veşartin. Li ser goristanê endama Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) Hêvîn Zerdeşt axivî û diyar kir ku, bi berxwedana şehîdan gelê Kurd îro gelek deskeftî bi dest xistine. Zerdeşt got ku em soz didin heta dawiyê li ser riya şehîdan bimeşin.Piştre Serokê Meclîsa Navçeya Cindirisê Xelîl Ebas axivî û bal kişand ser meha Adarê. Ebas da nazîn ku meha Adarê ji bo gelê Kurd hem şîne û hem şahiye.
Piştre bavê Gerîla Nîdal Cûdî axivî û soz da ku heya gelê Kurd mafê xwe yê rewa bi dest nexe û negihîje azadiya xwe ew dê di şopa şehîdan de bimeşin.
ANF/EFRÎN