Di 12’ê Gulanê de li Iraq û Başûrê Kurdistanê hilbijartinên Parlemena Federal hene. Ev hilbijartin piştî têkçûna mezin a hêzên Başûrê Kurdistanê ku ji sedî 48’ê axa Kurdistanê ji dest berdan û di gelek mijaran de tawîzên mezin dane hikûmeta navendî û dewletên dagirker ên mîna Tirkiye û Îranê pêk tên. Jixwe, herêmên ku radestî hikûmeta navendî ya Bexdayê û Heşdî Şabî hatin kirin, ew herêm bûn ku PDK’ê ji wan nikaribû dengan bistîne. Lewra di nava razîbûn û peymana radestkirina van herêman de hesabên bilindhiştina rêjaya dengan û mayina hikûmeta PDK’ê û YNK’ê jî hebûn. Têgihiştina ‘bila ya min be, bila biçûk be’ di nava hêzên Başûrî de serdest e. Lewra Kerkûk jî di nav de ji çavderxistina nîvê axa Kurdistanê û mayina bi sînor a xeta Hewlêr-Silêmaniyê, encama vê yekê bû. Jixwe, va ye dema hilbijartinên parlamen û serokatiyê yên Başûr jî diyar bû û ew ê 30 Îlonê bên lidarxistin. Tevî ku PDK û YNK hemû hesabên xwe li ser parvekirina desthilatdariya Başûrê Kurdistanê, bi tenê domandina nûneriya Başûrê Kurdistanê dikin jî, hin hewldan û rengên nû yên siyaseta kevneşop derbas dikin jî hene.
Lîsteya 120 (Nifşê Nû)
Yek ji wan Lîsteya 120 (Nifşê Nû) ye. Têgihiştineke modern, niştîmanperwer û demoktatîk esas digire. Yek ji namzetê lîsteya Nifşê Nû Kamîran Gulpî armanc û hedefa vê lîsteyê wiha rawe dike got: "Hevpeymana di navberan Nifşê Nû, Tevgera Azadî, Eniya Demokirasiya Gel de armanca me avakirina yekitiya gelan, avakirian pêşerojek paqij û rakirina yasaya xiyanet û firotina gelê Kurdistanê ye. Projeya me ya stratejik ji bo gelên rastî zilmê hatî û herêmên bi nakok heye. Emê li gorî yasayên Iraqê tevbigerîn û ji aramiya herêmê û bi hevre jiyankirinê bidin avakirin." Ji xwe yekemîn peyama namzetên vê lîsteyê ew bû ku derxistina leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê wê rojava wan a yekemîn be.
Lîsteya 169 (PADÊ)
Dîsa yek ji xalên ku dîrokîbûn û girîngiya vê hilbijartinê nîşanî me dide, beşdariya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiyan (PADÊ) ye. Cara yekemîn e ku Êzîdî li Iraqê bi îradeya xwe ya azad namzetan diyar dikin û di hilbijartinekê de deng didin mirovên ji nava wan derketine. Namzetên PADÊ, Simêr Derwêş Xelef El Şêx û Xwedêda Mirad Reşo Pîso du mirov in ku îradeya azad a Êzîdiyan temsîl dikin. Heta niha hin kesên ku bûbûn duvikê hin partî û hêzan û ji bo berjewendiyên xwe tevdigeriyan li ser Êzîdiyan mîna namzet dihatin ferzkirin. Di trajediya 3’ê Tabaxa 2014’an de me tevan şahidî kir ka çawa pêşmergeyên girêdayî van partiyan û parlementerên qaşo nûnerê Êzîdiyan e, çawa reviyan û Êzîdî bi hovîtiya DAIŞ’ê re rû bi rû hiştin. Tevî xiyaneta mezin jî Tevgera Azadiya Kurd gelê Êzîdî bi tenê nehişt. Gerîlla, YPG-YPJ tevî gel û ciwanên Êzîdî berxwedaneke bêhempa meşand. Komkujiyeke mezintir hate astengkirin û bi rêxistinbûyîn û berxwedana hate nîşandan, Şengal hate rizgarkirin û hewl hate dayîn ku birînên komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an werin pêçan. Di encama vê berxwedan û rêxistinbûyinê de Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiyan-PADÊ afirî. Pêvajoya sazbûna PADÊ dişibe gavavêtina yekem a Kurdan li Tirkiyeyê ya nav sisayeta legal. PADÊ mîrasa qurbaniyên komkujiya 3’ê Tebaxê û mîrasa berxwedêrên li Şengalê şehîd ketî ye. Heta, dikare bê gotin ku mîrasa qurbaniyên 73 fermanên di dîrokê de ye. Her wiha vîneke azad a mirovên Êzîdî yên li Şengalê beranberî êriş, şert û mercên giran li ser axa xwe hebûna xwe parastin e. Cara yekemîn e Êzîdî mîna îradeya azad namzetên xwe derdixin, dengê xwe didin xwe û hewl didin nûnerên xwe yên rastî bişînin Parlemena Iraqê. Wergerandina trajedî, êş, azar û bêderfetiyan a têkoşîn û pêngavên nû çandeke têkoşîna azadiya Kurdistanê ye. Rêxistinbûyina Êzîdiyan li ser bingehê felsefe û bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêvajo û rewşa herî giran de hişt ku derfeta berxwedan, rêxistinbûyîn û îradebûyinê ji Êzîdiyan re derkeve holê. Beşdariya PADÊ ya vîna Êzîdiyan temsîl dike ji bo hilbijartinan pêngaveke pîroz a dîrokî ye. Destpêkeke nû ye. Beranberî berdêl û êşên giran cara yekemî Êzîdî derketin qada siyasetê û nûnerên xwe yên rastî nas dikin. Hilbijartina 12’ê Gulanê merheleyeke girîng a derketina ser dikê ya Êzîdiyên xwedî îrade ye. PADÊ mîna parçeyekî hêza xweser a Êzîdiyan piştî hilbijartinê jî wê di rêxistinbûyîn û îradebûnê de pêşengiyê bike. Ji bo Êzîdiyan êdî rêya rast û heqîqet diyar bûye. Ne çavtirsandin, ne bertîl û rant a hêzên desthilatdar ên Başûrê Kurdistanê û Iraqê wê nekaribe Êzîdiyan ji vê rêya bi rûmet veqetîne. Nifşê Nû û PADÊ
Azîz OGUR
Di 12’ê Gulanê de li Iraq û Başûrê Kurdistanê hilbijartinên Parlemena Federal hene. Ev hilbijartin piştî têkçûna mezin a hêzên Başûrê Kurdistanê ku ji sedî 48’ê axa Kurdistanê ji dest berdan û di gelek mijaran de tawîzên mezin dane hikûmeta navendî û dewletên dagirker ên mîna Tirkiye û Îranê pêk tên. Jixwe, herêmên ku radestî hikûmeta navendî ya Bexdayê û Heşdî Şabî hatin kirin, ew herêm bûn ku PDK’ê ji wan nikaribû dengan bistîne. Lewra di nava razîbûn û peymana radestkirina van herêman de hesabên bilindhiştina rêjaya dengan û mayina hikûmeta PDK’ê û YNK’ê jî hebûn. Têgihiştina ‘bila ya min be, bila biçûk be’ di nava hêzên Başûrî de serdest e. Lewra Kerkûk jî di nav de ji çavderxistina nîvê axa Kurdistanê û mayina bi sînor a xeta Hewlêr-Silêmaniyê, encama vê yekê bû. Jixwe, va ye dema hilbijartinên parlamen û serokatiyê yên Başûr jî diyar bû û ew ê 30 Îlonê bên lidarxistin. Tevî ku PDK û YNK hemû hesabên xwe li ser parvekirina desthilatdariya Başûrê Kurdistanê, bi tenê domandina nûneriya Başûrê Kurdistanê dikin jî, hin hewldan û rengên nû yên siyaseta kevneşop derbas dikin jî hene.
Lîsteya 120 (Nifşê Nû)
Yek ji wan Lîsteya 120 (Nifşê Nû) ye. Têgihiştineke modern, niştîmanperwer û demoktatîk esas digire. Yek ji namzetê lîsteya Nifşê Nû Kamîran Gulpî armanc û hedefa vê lîsteyê wiha rawe dike got: "Hevpeymana di navberan Nifşê Nû, Tevgera Azadî, Eniya Demokirasiya Gel de armanca me avakirina yekitiya gelan, avakirian pêşerojek paqij û rakirina yasaya xiyanet û firotina gelê Kurdistanê ye. Projeya me ya stratejik ji bo gelên rastî zilmê hatî û herêmên bi nakok heye. Emê li gorî yasayên Iraqê tevbigerîn û ji aramiya herêmê û bi hevre jiyankirinê bidin avakirin." Ji xwe yekemîn peyama namzetên vê lîsteyê ew bû ku derxistina leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê wê rojava wan a yekemîn be.
Lîsteya 169 (PADÊ)
Dîsa yek ji xalên ku dîrokîbûn û girîngiya vê hilbijartinê nîşanî me dide, beşdariya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiyan (PADÊ) ye. Cara yekemîn e ku Êzîdî li Iraqê bi îradeya xwe ya azad namzetan diyar dikin û di hilbijartinekê de deng didin mirovên ji nava wan derketine. Namzetên PADÊ, Simêr Derwêş Xelef El Şêx û Xwedêda Mirad Reşo Pîso du mirov in ku îradeya azad a Êzîdiyan temsîl dikin. Heta niha hin kesên ku bûbûn duvikê hin partî û hêzan û ji bo berjewendiyên xwe tevdigeriyan li ser Êzîdiyan mîna namzet dihatin ferzkirin. Di trajediya 3’ê Tabaxa 2014’an de me tevan şahidî kir ka çawa pêşmergeyên girêdayî van partiyan û parlementerên qaşo nûnerê Êzîdiyan e, çawa reviyan û Êzîdî bi hovîtiya DAIŞ’ê re rû bi rû hiştin. Tevî xiyaneta mezin jî Tevgera Azadiya Kurd gelê Êzîdî bi tenê nehişt. Gerîlla, YPG-YPJ tevî gel û ciwanên Êzîdî berxwedaneke bêhempa meşand. Komkujiyeke mezintir hate astengkirin û bi rêxistinbûyîn û berxwedana hate nîşandan, Şengal hate rizgarkirin û hewl hate dayîn ku birînên komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an werin pêçan. Di encama vê berxwedan û rêxistinbûyinê de Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiyan-PADÊ afirî. Pêvajoya sazbûna PADÊ dişibe gavavêtina yekem a Kurdan li Tirkiyeyê ya nav sisayeta legal. PADÊ mîrasa qurbaniyên komkujiya 3’ê Tebaxê û mîrasa berxwedêrên li Şengalê şehîd ketî ye. Heta, dikare bê gotin ku mîrasa qurbaniyên 73 fermanên di dîrokê de ye. Her wiha vîneke azad a mirovên Êzîdî yên li Şengalê beranberî êriş, şert û mercên giran li ser axa xwe hebûna xwe parastin e. Cara yekemîn e Êzîdî mîna îradeya azad namzetên xwe derdixin, dengê xwe didin xwe û hewl didin nûnerên xwe yên rastî bişînin Parlemena Iraqê. Wergerandina trajedî, êş, azar û bêderfetiyan a têkoşîn û pêngavên nû çandeke têkoşîna azadiya Kurdistanê ye. Rêxistinbûyina Êzîdiyan li ser bingehê felsefe û bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêvajo û rewşa herî giran de hişt ku derfeta berxwedan, rêxistinbûyîn û îradebûyinê ji Êzîdiyan re derkeve holê. Beşdariya PADÊ ya vîna Êzîdiyan temsîl dike ji bo hilbijartinan pêngaveke pîroz a dîrokî ye. Destpêkeke nû ye. Beranberî berdêl û êşên giran cara yekemî Êzîdî derketin qada siyasetê û nûnerên xwe yên rastî nas dikin. Hilbijartina 12’ê Gulanê merheleyeke girîng a derketina ser dikê ya Êzîdiyên xwedî îrade ye. PADÊ mîna parçeyekî hêza xweser a Êzîdiyan piştî hilbijartinê jî wê di rêxistinbûyîn û îradebûnê de pêşengiyê bike. Ji bo Êzîdiyan êdî rêya rast û heqîqet diyar bûye. Ne çavtirsandin, ne bertîl û rant a hêzên desthilatdar ên Başûrê Kurdistanê û Iraqê wê nekaribe Êzîdiyan ji vê rêya bi rûmet veqetîne.