Baxçeyê Zarokan ê bi navê Arî yê li taxa Xerbî ku sibata 2014’an hate vekirin, yekemîn baxçeyê zarokan li bajarê Qamişlo ye. Ev baxçe û hinên din bi însiyatîfa Navenda Jina Azad a Rojava hate vekirin. Bi piştgiriya Navenda Jinê şaxên Arî li taxên bajarê Qamişlo jî hatin vekirin da ku dayik karibin zarokên xwe bişînin wê. Şaxên Baxçeyê Arî heta niha li taxên Xerbî, Qedûrbeg, Qenat Siwês û Kornîş hatine vekirin. Şaxekî Baxçeyê Arî li bajarê Dêrikê jî hatiye vekirin û niha amadekarî tên kirin ku beşên xwe li kantona Efrînê jî vekire.

Baxçeyê Arî yê Zarokan saet ji 08.00’an heta 12.00’an deriyê xwe vekirî dihêle û zarokan pêşwazî dike. Ji bilî rojên în û şemiyê her roja hefteyê derî vekirî dimîne. Demên perwerdeyê lê diyarkirî ne û li ber bernameyeke tabyet e. Piştî her saetê ji perwerdeyê nîv saet bêhndan heye. Di dema bêhndanê de zarok xwarinê dixwin, bi çavdêriya mamosteya bi lîstokan dilîzin.

Li Baxçeyê Arî yê taxa Xerbî 24 zarok hene, li vir zarokên ku temenên wan ji 3 heta 6 salî yên ji hemû pêkhateyan, tên qebûlkirin. Waneyê perwerdeyê  bi zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî tên dayîn, buhayê qeydkirina zarokan li vî baxçeyî buhayek sembolîk e û ji hemû navendên din kêmtir e. Zarokên sêwî û zarokên ‘şehîdan’ tu pereyî nadin. Li her baxçeyekî du mamosteyên jin ku bi awayekî dildarî dixebitin, waneyan didin û çavdêriyê li zarokan dikin, hene. Herdu mamosteyan diyar kirin ku eger hejmara zarokan li baxçe zêde bibe dê hejmara mamosteyan jî zêde bikin

Ev herdu mamoste niha tîpên zimanên Kurdî, Erebî û hejmaran didin zarokan. Li vî baxçeyî wanteyên mûzîk, stran ji bo pêşxistina asta pîşeyî ya zarokan tên pêşkêşkirin. Li wir her wiha waneyên derbarê bingehê perwerde, danûstandinên zarokan bi hev re, axaftina baş, parastina paqijiyê, avakirina rihê hezkirin û hevkariyê û hwd tên dayîn. Mamosteya Baxçeyê Arî ya bi navê Şehnaz Hisên avakirina nivşekî pêşketî, zana û têgihiştî wekî armanca sereke ya ji vekirina van baxçeyan anî ziman û got, ew dixwazin asta perwerde û zanebûna zarokan bilind bikin û bihêlin ku bi zimanê xwe yê dayîkê ve werin girêdan. 


MEDYA HENAN/ANHA/QAMIŞLO