Li Stenbolê di 26'ê çile de "Zîrveya veşarî" ku bi armanca pitgiriya fînansa li ser PKK'ê qut bike pêk hat de hin biryarên hatin girtin aşkere bûn. Civîna ku pisporên MASAK'ê, rayedarên Wezîrê Maliyê û Edaletê, 15 Midûrên Bajaran ên Şaxên Siyasî û Polîsên Daîreya Qaçakvaniyê yên Stenbol, Îzmîr, Colemêrg, Mêrsîn, Şirnex û Dêrsimê jî di navde amade bûn de miarên cuda hatin niqaşkirin. Di mijara ewil de raporên ku yekîneyên îstîxbaratê ve hatine amadekirin hatin xwendin. li gorî îdîayên ku di raporê de cih girtin, hate diyarkirin ku dewlet salê li herêma Rojhilata Anatoliyê û Başurê Rojhilata Anatoliyê ji bo îhaleyan 800 milyon dolar razemeniyê dike. Her wiha tê îdîakirin ku karsazên ku van îhaeyan digire ji sedî 10 an jî 20'an pereyan didin PKK'ê. Hate îdiakirin ku PKK tenê ji îhaleyên ku dewlet dide karsazan salê 120 mîlyon dolaran digire. Hate destnîşankirin ku şaredarî jî pereyekî mezin didin PKK'ê. Dîsa hate îdîakirin ku gelek esnaf û karmendên cemaweriyê jî bi rêk û pêk pereyan didin PKK'ê.
Hate îdîakirin ku PKK ji bilî li nava Tirkiyeyê ji dervê welat jî piştgiriyê ji karsaz û karmendan digire. Van pereyên ku digirin jî di çalakiyan û kirîna çekan de bikar tînin. Hate destnîşan kirin ku li gelek bankayên dervê welat nêzî milyarek dolar pereyê nakît ên PKK'ê heye. Di civînê de hate xwestin ku ji bo rê li pêşiya çalakiyên ku li herêma Rojhilat û Herêma Başûrê Rojhilata Anatoliyê tên kirin bên girtin, biryara girtina tetbiran hate girtin. Dîsa biryar hate girtin ku hesabê endamên MASAK'ê ku tê îdiakirin pere ji PKK'ê re şandine bên bên lêpirsîn û şopandin. Di civînê de biryara çavkaniyên hatina PKK'ê ku ji derve tên bê şopandin û rê li pêşiya wan bê girtin. Hate xwestin ku rêyên kaçakvaniya sigara, mazot û alavên elektronikê yên ji derve tên bên kontorlkirin û bi rêya Înterpolê lêpirsîn bê destpêkirin. Ev çavkaniyên ku pereyan ji PKK'ê re dişînin ji dozgeran re bên ragihandin û der barê wan de lêpirsîn bê destpêkirin. Her wiha hesabê hatin dîtin jî bên desteserkirin.
STENBOL