Ev jî nîşan dide ku nasnemeya Êzdayetî Kurd e. Gotinên Êzdayetiyê li ser Kurdayetî ye. Li gorî vê baweriyê Xwedê jî bi Kurdî qise dike û di cenetê de Kurdî tê qisekirin.

MEHMET BAYRAK

Êzdayetî heta îro bûye babeta sereke ya bi sedan lêkolînên giştî û xweser. Bêguman Êzdayetiya ku nasnameya xwe Kurd e, her çiqas ku mensûbên xwe roj bi roj kêm dibin jî, ji îro bi şûn ve jî wê bibe babeta lêkolînan. Ji ber ku bi giştî kultura Êzdiyan ku li ser bingeha tekstên pîroz, adet û toreyên Êzdiyan ên devkî bilind bûye, ji bo ronîkîrina medeniyeta Kurdistanê, xwediyê elementên muhim in.

Di vê nivîsê de, ez naxwazim bikevim detayan, lê dîsa jî berxe bidim ku li ser vê babetê hinik tesbîten xwe rêz bikim.

1. Êzdî ew kes nînin ku ji xwedeyê xirabiye ra îtaet dikin.

2. Çavkaniya Êzdayetiyê, Îslamiyet nîne. Meriv dikare bingeha wê olê bigihijîne Sumeriyan, bingeha vê digihîje Zerdeştîtî û baweriyên wek wê.

3.  Di warê teoriyê de damezrênerê Êzdayetiyê Şêx Adî bin Misafir, mutesewufekî mezin e.

4.  Tesewuf raste-rast girêdayiyê Îslamiyetê nîne. Tesewuf, esasgirtina meriv (insan) û gihîştina xwedê ye. Tesewuf a ku bi navê “Tesewufa Îslamiyetê” tê binavkirin, bi hinik parolayên Îslamiyetê zîndîkirina tesewufê ye ku ev jî ji mecburiyetê tê. Prensîp û qaîdeyên Îslamiyetên hişk û tesewuf qet li hev nayên.

5. Zerdeştîtî, li ser Êzdayetiyê tesîreke mezin kiriye. Lê bêguman Êzdayetî devama Zerdeştîtiyê nîne, formeke wê ya guhertî ye.

Wek ji dualîzmê (bawerî bi xwediyê başî û nebaşiyê anîn) derbazbûna monolîzmê (baverî yek xwedê anîn) e. Li vir prensîba “Nebaşiyê/xirabiyê” tê redkirin. “Kirina tiştên baş û nebaş  yan jî xeyr û şer di destê meriv bi xwe de ye.” Ev babet, di nav Elewîtî û Êzdayetiyê de prensîbeke hevbeş e. Bi rastî ji ber ku Êzdayetî “xirabiyê” red dike, di serî de Îslamiyet, ji aliyê dînên/olên serdest ve wek “xwedeyên xirabîperest” hatine nîşandan.

Dîn û baweriyên ku li ser Êzdayetiyê tesîra xwe hene, meriv dikare wiha rêz bike (1):

Zerdeştîtî:

  • Elementên ku Dualîzmê tînin bîra meriv. Wek nimûne:
  •  Prensîba Rindiyê,
  •  Wek elementên pîroz hebûna ax-av-agir û darê,
  •  Bawerî bi cismên azmanî anîn, bi taybetî jî pîroz qebûlkirina rojê,

şamanîstî: Adetên definkirinê, dans û reqs (b. T. Akpınar: Yezdilik)

Sabîtî: Tenasuh (çûyina ruhî)

Manîzm: Esasên paqijiyê.

Musewîtî: Sunetbûn û nexwarina goştê berazî.

Xrîstiyanîtî / Mesîhîtî: Pîroz qebûlkirina Ahdênpuş, kevn û nû, paşvehatina Hz. Îsa, her sal ji bo Îsa serjêkirina qurbanî.

Nasturîtî: Weftîz, xwarina êvarê, seramoniya bi şarabê ra xwarina nanê.

Îslamiyet: çiqas ku karaktera xwe cuda be jî, rojîgirtin û qurban.

Tesewuf: Felsefeya “Wahded-î Wucûd”ê, îbadetên veşartî, veşartina baweriyê, îhtîrama ji gor û turbeyên mutesewufan re.

Êzdayetî Kurdistanî ye

7. Êzdayetî dînekî pêvgîhanî ye yanî têkel e. Ev dîn dînekî gelerî ye û di navenda Kurdîstanê de organîze bûye / li hev gîhandiye.

Gotinên din vala ne û armanc, dûrxistina van baweriyan ji eslê wan e. Di vî warî de ji nav Êzdayetî û Elewîtiye de lihevçûyinên mezin henin. Ji ber ku her du bawerî xwediyê îmkanên xwedanasandin û parastinê nebûne, dînên ku xwediyê bandorê ne (serdest) li gorî bercevendiyên xwe, derheqa wan de şîrove danîne pêş.

Ji ber ku Êzdayetî oleke Kurdistanî a gelêrî ye, ji derve kes nikare bibe Êzdî. Kesên ku dê û bavê xwe Êzdî nînin, nikarin bibin Êzdî. Bi vê taybetiya xwe li Elewiyan, nexasim jî li Elewiyên Kurd çûye. (2)

8. Ew her du baweriyên (Êzdayetî û Elewîtî) ku di aliyê metod û naverokê de li hev çûne, mîsyonerîtî tine. Belavkirina olê/dînê ji bo wan armanc nîne. Eksê wê, li hemberî tehlûkeyên derve, bandora hîs û daxwaza xweparastinê li ser wan e.

9. Di Êzîdayetiyê de hêz û hunerê xwedê ji aliyê Melek-î Tawis (Tawis-î Melek) ve tê temsîlkirin. Ji ber vê yekê jî ew di Êzdayetiyê de hebûna/heyîna herî pîroz e. Piştî Tawis-î Melek, pîrozê herî mezin Şêx Adî bin Misafir e. Şêx Adî, li Hekariyê ku di merkeza Kurdistanê de cîh digire, Zerdeştîtî ji nû ve analîz kiriye û nirxandiye, ji nû ve şêkil daye Êzdayetiyê. Tê bawerkirin ku Kitabu`l Cîlwe di vê demê de jê re hatiye şandin. Ew (Şêx Adî) (3) xwe ji pêxamber zêdetir, wek meriv-xwedê dide nîşandan.

Ev rewş, wek Elewîtî û Kakayîtiyê de ji nû ve formulekirina Hz. Elî ye.

Esasekî 4 hezar salî

10. Êzdayetî ye ku bingeha xwe digihîje 4000 sal berê, di destpêkê de xwediyê pirtûka (nivîskî) nebû. Bilinbûna wî zêdetir, li ser qaîde û toreyên devkî bû. Lê, Kitabu`l Cîlwe û Qesîdeyên (Îlahî) Şêx Adî, ku tên gotin ku ji aliyê Tawus-î Melek ve hatine diyarîkirin û Mishefa Reş a ku 200 sal bi şun ve ji aliyê Hesen-El Basrî ve hatiye nivîsandin, tekstên nivîskî ne. Ew tekst, çerçoveya teorîk a Êzdayetiyê xêz dikin. Lê, wek yê Elewiyan ew her du tekst jî, ji ber ku paşê hatine nivîsandin, temamiya Êzdayetiyê nayînin ziman. Ji ber vê yekê jî li ser baweriyê adet û toreyên devkî bi bandor in.

Metnên bi temamî Kurdî

11. Îro hem Erebî hem jî Kurdiya van tekstan di destê me de ye. Pirtûkên pîroz, bi lehçeya Kurdî Kurmancî (devoka Mukrî) û bi şîfreyên taybet hatine nivîsîn. Sebebê bi şîfreyê nivisîna van tekstan, ji ber ku kesên ne Êzdî nikaribin bixwînin e. Pirtûkên pîroz û tekstên Êzdayetiyê bi temamî bi Kurdî ne. Ev jî nîşan dide ku nasnemeya Êzdayetî Kurd e. Gotinên Êzdayetiyê li ser Kurdayetî ye. Li gorî vê baweriyê Xwedê jî bi Kurdî qise dike û di cenetê de Kurdî tê qisekirin.

12. Di Xrîstiyanîtiyê de sisê (3) ya pîroz Bav-Law-Ruh, di Elewîtiyê de Xwedê-Mumammed-Eli, di Êzdayetiyê de Xwedê-Tawus-î Melek- Şêx Adî ye.

13. Elewîtî wek “alîgiriya Elî” nîşandan, çawa ku şaş e, Êzdayetî wek “alîgiriya Yezîd” nîşandan wisa şaş e. Gotinên Elewîtî yên berê çawa ku Elewiyan wek Sûr-ser, Kiziilbaş, Ehlî-Heq û ê din terîf dikin, di Êzdayetiyê de jî Êzdî wek Ezdey, Îzîdî yan jî Yezdanî tên binavkirin.

14. Di Êzdayetî û Elewîtiyê de hiyerarşiya olî / dînî, gelek nêzikê ya tesewufê ye. Ew her du baverî ji aliyê tekstên dînî û xweveşartinê ve jî gelekî li tesewufê çûne.

Hiyerarşiya dînî

Di Nav Elewî û Êzdiyan de hiyeraşiya dînî usa ye:

Di Elewîtiyê de - Êzdayetiyê de

Murşîd                -  Şêx

Pîr yan jî Dede(4)-  Pîr

Zakîr                     -   Qewal

Semazen- Koçek (5)

Çavder û Cerax - Avan

Di Elevîtiyê de biratiya musahîban, Êzdayetiyê de “Biratiya Axretê” ye. (6)

Tesewuf weke nuqteya hevbeş

15. Derheqa bingeha cihan û merivî (insanî) de, piştî mirinê zîndîbûna ruhê, derbazbûna ruhê kesekî li kesekî din, li nav her du baeriyan nuqteyên hevbeş in û ji tesewufê hatine girtin.

16. Wek Elewîtî û Kakayîtiyê, Êzdayetî jî di çarçova wan baweriyan de ye ku wek “Bi Melakan Bawerî” tên binavkirin.  Dîsa wek van, yê Êzdiyan ji Pirtûka pîroz a ku ji xwedê hatiye tine. Lê pirtûkên xwe yên ku wek ê Tawusî Melek Şêx Adî tên binavkirin henin. Jixwe, heft melekên pîroz, di pratîkê de bi navên heft şêxan tên binavkirin. Bi gotineke din, di Elewîtî û Kakayîtiyê de “Îmam”, di Êzdayetiyê de wek “Melek” tên binavkirin.

17. Di dema derketinê de rojênêrîn û se car silavkirin, di cejn û seramoniyan de hebûna muzîkê, dîsa di nav Êzdî û Elewiyan de taybetiyên hevbeş in. Di nav Elewî û Êzdiyan de derheqa lihevçûyinên civakî de ji bo agahdariyên zêde, binêre li M. Çem, “Yezidi ve Alevi Kürt Gelenekleriyle Ilgili Bir Karşılaştırma (Berawirdkirineke Elaqedarî Rêûresmên Kurdên Êzdî û Elewî)” di Alevilik Sorunu (Pirsa Elewîtiyê) de Stockholm 1995.

18. Êzdayetî ye ku ji aliyê Sêx Adî bin Misafir ve ji nû ve hatiye rêzkirin, di nava wê û Îslamiyetê de, di sedsala 12´an de nakokî heta dijminatî peyde bû. Jenosîdên li hemberê Êzdiyan bûn sebeb û vê baweriyê jî wek Elewîtiyê xwe veşart û bû baweriyeke bi dizî. Qetlîamên mezin ên dawî, di sedsalên 17 û 18´an de ji aliyê Osmaniyan ve hatin kirin. Dîsa Kurdên Misilman jî li hemberê Êzdiyan qetlîamên wisa kirin. Ji ber vê yekê jî mensûbên Ola Êzdayetiyê roj bi roj kêm bûn. Mixabin îro, ev ol/dîn wek “Ola ku dimire” tê nirxandin.

Bêguman ev jî beriya her tiştê ji bo kulturê windakirin e.

Ji ber vê yekê di çarçoveya dînî de be jî li kultura xwe xwedî derketina me, îro ji her demê girîngtir e.

Têbiniyên Wergêr

1) Ji ber ku Êzdayetî olek gelek kevn e. Loma jî meriv bi hesanî nikare îdîa bike, bibêje ku ew taybetî ji olên din derbazê Êzdayetiyê bûne. Dibe ku van Olan ji Êzdayetî girtibe. Ji ber vê yekê jî bi qenaata min îfadeyeke wisa rewşê baştir tîne ziman: Di nav Êzdayetî û hinik dîn û baveriyên din de nuqteyên hevbeş.

2) Di vî alî de rewşa Elewiyan li gorî herêman tê guhertin. Îro di gelek herêman de kesên Elewî nînin, dikarin ji xwe re rêber û pîrekî peyde bikin û bibin Elewî.

3) “Şêx Adî“ min lê zêde kir.

4) Di Elewîtiyê de piştî pîr “rêber“ / “ayber“ / “rayver“ tê. Di Kakayîtiyê de hemberê rêberî “Delîl“ e.

5) Di Elewîtiyê de dema ku rêberên dînî (murşîd, pîr û rêber) taliban (murîdan) ziyaret dikin, wek alîkar kesekî bi xwe re dibin ku jê ra “koçek“ tê gotin.

6) Wek Êzdiyan, di nav Elewiyan de jî li şûna musahîbî, “Birayê Axretê“ jî tê gotin.

* Wergêr: Munzur Çem

** Ev nivîsa hanê, wergera gotareke Mehmet Bayrak e ku wî jî weke gotar ji bo pêşkêşkirinê amade kiriye.