Belgefilma li ser Yilmaz Guneyî di Festîvala sêyem a Beyond the Borders (Ji sînoran û wêde) ya Yewnanîstanê de xelat wergirt. Derhênerê belgefilmê Huseyîn Tabak e. Festîvala Beyond the Borders a belgefilman îsal cara sêyem li Yewnanîstanê, li Girava Meisê bi rê ve çû. 2´yê Îlonê festîval bi bernameya xelatdayinê qediya. Festîvalê 26´ê Tebaxê dest pê kiribû.

Belgefilma bi navê The Other Side of Everything (Rûyê din ê her tiştî) a Mila Turajê di festîvalê de xelata herî baş a belgefilmên sosyo-polîtîk wergirt. Film ji Sirbistanê beşdarî festîvalê bûbû.

Belgefilmeke bibereket!

Di festîvalê de xelata herî baş a belgefilmên dîrokî dane belgefilma bi navê “Efsaneya Qralê Nexweşik”. Film ji hêla derhêner Huseyîn Tabak ve hatiye amadekirin ku Tabak Kurd e û li Elmanyayê ji dayik bûye.

Belgefilma Tabakî di meha Nîsanê de li Festîvala Filman a Stenbolê hatibû pêşkêşkirin. Jurîya Beyond the Bordersê bi gotinên “gelekî bi coş” û “bibereket” pesnê filmî da.

Her weha hat diyarkirin ku film dihêle temaşevan, bi nihêrîneke cuda û xweser li têkoşîna Kurdan a li Tirkiyeyê binihêrin.

Juriyê her weha xelata mansiyonê daye sê filman: Filma bi navê Living with Walls (Jiyana bi dîwaran re) yê ku behsa dîwarê li Lefkoşeyê, paytexta Qibrise dike, filma bi navê Camdodian Textiles (Rêsînên Kamboçyayê) ê behsa veberhênana hevrişîma li Kamboçyayê dike û filma The Balcony – Memories of the Occupation (Şaneşîn-Bîranînên Dagirkeriyê) yê behsa tiştên Naziyan li Yewnanîstanê kirî dike. n ATÎNA

Di festîvalê de xelata herî baş a belgefilmên dîrokî dane belgefilma bi navê “Efsaneya Qralê Nexweşik”. Film ji hêla derhêner Huseyîn Tabak ve hatiye amadekirin ku Tabak Kurd e û li Elmanyayê ji dayik bûye.

Belgefilma Tabakî di meha Nîsanê de li Festîvala Filman a Stenbolê hatibû pêşkêşkirin. Jurîya Beyond the Bordersê bi gotinên “gelekî bi coş” û “bibereket” pesnê filmî da.

Her weha hat diyarkirin ku film dihêle temaşevan, bi nihêrîneke cuda û xweser li têkoşîna Kurdan a li Tirkiyeyê binihêrin.

Juriyê her weha xelata mansiyonê daye sê filman: Filma bi navê Living with Walls (Jiyana bi dîwaran re) yê ku behsa dîwarê li Lefkoşeyê, paytexta Qibrise dike, filma bi navê Camdodian Textiles (Rêsînên Kamboçyayê) ê behsa veberhênana hevrişîma li Kamboçyayê dike û filma The Balcony – Memories of the Occupation (Şaneşîn-Bîranînên Dagirkeriyê) yê behsa tiştên Naziyan li Yewnanîstanê kirî dike.

ATÎNA