Dayreya Federal a Têkoşîna li dijî Cudakeriyê (ADS) doh daxuyaniyek da û got, li Elmanyayê sala 2019´an bûyerên nijadperestiyêî ji sedî 10 zêde bûne. Parlamentera Partiya Çep (Die Linke) û berdevka mijara Koçberî û Întegrasyonê ya koma wê li parlamenê, Gokay Akbulut li ser raporê daxuyanî da û got, “Hejmarên fermî yên ADS´yê tenê bûyerên raporkirî dibîne. Bûyer ranegihandinê teqez zêdetir in. Li Elmanyayê, AfD bi ajîtasyona xwe ya li dijî penaber û koçberan jehrê bedide nav hewaya siyasî. Hem nijadperestiya rojane û hem jî çawa me di qetilkirina George Floyd de dît, şideta polîs a bi insaf mirovan dikuje.” Gokay Akbulut got, protestoyên li seranserê dinyayê yên li dijî nijadperestiyê bê mînak in, ji ber ku çalakiyên welê kêm piştgiriyeke global dibînin. Wê bang li hikûmeta Elman kir da ku projeyên li dijî nijadperstiyê destek bike û buroyeke ji bo qeydkirin û gilîkirina bûyer û êrişên nijadperestiyê yên di nava polêsê Elman de bê vekirin. BERLÎN