Li cihanê ti netewe û ti nijadeke ji dê û bavekî tune. Hemû mirovahî li gor kombinasyonên A hetanî T ya DNA´yê pêk tên. Di nava neteweyekî de dikane hemû kombinasyonên DNA´yê hebin, ji ber wê jî nijadperestî tenê tişteke îdeolojîk e.

Dagirker û serkariyên nijadperest bi rêya ragihandin û perwerdeyeke nijadperestî vê nexweşiya cudaxwazî wisa di mêjiyan de didin rûniştandin ku gel ji wê nexweşiyê rizgarkirin gelek dijwar dibe. Dema nexweşiya nijadperestiyê di giyana gelekî de rûnişt, êdî ew gel ne bi hîşê xwe bi tanc û refleksên nijadperestî tevdigere. Di dema Hîtler de gelê alman bi saweke wiha wehş ketibû û vîna xwe dabû destê faşîzmê.

Birêza Hannah Arendt di berhema xwe ya bi navê “Heman û çavkaniya serkariyê bi tevahî bixwe ve girêdanê de” ku bi giranî li ser nijatperestiya alman e, bandora bangaşiyê ya rizandina karektera mirov û rûxandina kesayetiyê gelek baş li ber çavan radixîne. Her wisa Georg Orwell jî vê rastiyê baş destnîşan dike.

Pirrên neteweyan di pêvajoya çand û têgihîştikê de pêk hatine, wek nijadekê tên xuyakirin. Hin netewe jî hene, neteweyên lihevbanandî ne, ji gelek kêmar, pêkhate, kom û gelên cûda pêk hatine. Mînak netewa Emêrîkan, Awûsturalya wiha ne, lê peyvên Emêrîka û Awûsturalyayê tenê navên erdnîgariyê ne, nijadekê nayênin bîra mirovan, jixwe ew ji xwe re tenê netewe dibêjin, peyva nijadê bi kar nayînin. 

Neteweya Tirk jî neteweyeke wisa ye, lê di cihê neteweya Anatolya de navê nijadî “Tirk” li xwe kirine, heta behsa xwîna Tirk û genê Tirk dikin ku tişteke bêbingeh û derê zanyariyê ye. Mixabin ku li ser vê bingehê jî nijatperestiyeke gelek hov û wehş afirandine. Dema ev awa nijatperestî di giyana endamên kesên quliptê de jî rûne, tirsa derketina rastiya wan jî lê bar dibe, dibe wek nexweşiyeke kronîk. Êdî ew tenê bi tanc û refleksên nijadperestiyeke gelek tund tevdigerin. Sextekar û hokabaz bi bikaranîna van refleksên ajalî dikane gelekî wiha veguhezînin komên cinawirên ku bi nexweşiya harbûnê ketiye. 

RTE -AKP jî ji bo berjewendiyên xwe vî aliyê gelê Tirk yê nijadperest û metodên têkbirina kesayetiyê bi hostayiyeke xiniz bi kar tînin. Vê bes nabînin, wan teşwîqî kuştin û talana di giyana netewebûna Tirk de rûniştî dikin. Li gel wê, dîn bi têgihîştineke gelek hov bi kar tînin. 

RTE li ser vê bingehî ji polîsan re dibêje: “Bila dilê we bi ti kesî neşewite bêmerhemet bin, em li pişta we ne!” Dîsa RTE di civîna muxtaran de jî gotiye: “Bi hestên seferberî êrişê xayînan bikin (qesta wî êrişê Kurdan kirine!)” Parlamenterekî AKP jî gotibû: “Gel dikare êrişê girtîgehan bike û hin girtiyan lînc bikin.” Ev tev de nîşanên harkirin, afirandina hestên cinawirî ne û hewl didin ku bi vê mabestî gel bera hev bidin.

Çepgirên Tirk jî gelek caran bi navê dostanî, sosyalîzim, demokrasî û qaşo enternasyonalîzmê vê nijadperestiyê dikin. Mijara aqildayînê; “Wiha nekin wiha bikin!” Yan jî ev awa bangaşî; “Cudaxwazî lîstikên emperyalîzmê ne û û.” Mînakeke balkêş daxûyaniya ODP ya li ser çalakiya li Qeyserîyê ye, wiha dinivîse: “Ev çalakiyên bi vî awayî dij biratiyê ne!” Lê heman partî li hemberê rûxandina bajarên Kurdan, kuştina Kurdên sîvîl, bi giştî kirinên leşker, polês, hêzên paramîlîter û serkariyên xwe daxuyaniyeke wiha nadin.

Li ba hin Kurdan rewş ne cuda ye.

Hin derdorên tên zanîn, gelek rewşenbîr, û kesayetî jî di bin siya vê bangaşiyê de bi awayekî dijxwetî û dij kurdayetî, qaşo bi boneya demokrat, mirovhezbûnê; bi zanistî, ne zanistî dibin gasikên (maşeyên) destê vê bangaşiya nijatperestiya Tirk, bi dil û wîjdana nijadperestiya Tirk li dij berxwedana gel, kuştina van kujêr û xwînxwaran derdikevin. Hê di ser derdê derdan re jî, ev derdor qaşo; “Kurdayetî, Kurdistana serbixwe jî dixwazin.” Ma hîç strana “Kî ne em” nayê bîra wan: “…Em dibêjin aşitî, dibêjin; na! Em dibêjin; biratî dibêjin na…”

Hin kes wisa di bin bangaşiya AKP- dagirkeriya Tirk de mane ku nikanin van pirsan jî, ji xwe bikin: “Yên ku li Hekarî hatin kuştin ne Kurd bûn? Bajarên hatin ruxandin ne bajarê Kurdan bûn? Kurdên sivîl yên li kolanan rastê êrişên nijatperestên Tirk tên, ne Kurd in? Ma me banga seferberiyê kir, yan psîkopatê li qesra Enqerê? Û û..”

Divê mirov nekeve kemîna nijadperestiya dagirkeran. Bi gotineke kurd û kurmancî: Hajî gotinên xwe hebin, bila gotinên we nekeve xizmeta bangaşiya nijadperestiya Tirk!