HPG'ê der barê çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk de daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser rewşa dawî ev agahî dan:
Li Bedlîsê 5 esker hatin kuştin
"Roja 3'ê Tebaxê, artêşa TC yekîneyên xwe yên nepen li bejahiya navçeya Bedlîsê Xîzanê bi cih kirin. Hêzên me di 5'ê Tebaxê de li hmeberî leşkerên li girê Milaevdî yê Xîzanê bi cih bûyî çalakiyên sûîqestê pêk anîn û di encamê de 2 leşker hatin kuştin. Êvara heman rojê saet di 19:30 de, dema leşkeran xwe ji herêmê vedikişand, hêzên me kemîn danîn pêşiya wan û ji nêz ve li leşkeran da. Li vê derê 3 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn."
HPG´ê da zanîn ku hêzên YJA Starê jî sibeha 6'ê Tebaxê li hemberî qereqola Tingê ya li navçeya Wanê Şaxê bi çalakiya sûîqestê eskerek kuştiye.
Maşînên eskerî derban dixwin
HPG´ê ragihand ku di çalakiyeke 6'ê Tebaxê ya bi şev de, maşîneke zirxî ya tîpa Kobra li taxa Bêtu ya mintiqeya Şapatan a Şemzînanê hatiye derbkirin, lê belê hejmara kuştî û birîndarên eskeran nehatiye zelalkirin.
HPG´ê ji bo çalakiyên li Şirnexî jî got, 5'ê Tebaxê piştî nîvrojê hêzên wan li eskerên li Çeperên Şêxa yên li herêma Qilabanê xistiye, lê hejmara eskerên kuştî û birîndar nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê, artêşa TC bi obus, hawan û tankan derdor bombe kir û ji ber vê jî agir bi daristanên hawirdorê ket.
Bi heman rengî HPG dide zanîn ku ev 2 roj in artêşa Tirk derdora gundên Cumatê, Malagir, Şelîma yên navçeya Amedê Farqînê, derdora girê Eylul, derdora gundê Barinê yê Pasûr û derdora gundê Reşanê yê Licê bombe dike û şewata ji ber bombebaranê ya li daristanan jî dewam dike.
Bayraktar mirar bû
Wêneyê balafireke keşfê ya bi tîpa Bayraktar a di 17'ê Tîrmehê de ji aliyê gerîla ve hat xistin, hat weşandin. Gerîlayên HPG û YJA Starê, roja 17'ê Tîrmehê bi çekên giran li balafirên keşfê yên li ser qada Şehîd Rustem a li herêma Zapê digeriyan, xist. Di vê çalakiyê de balafireke bêmirov a keşfê ya tîpa Bayraktar hatibû xistin û derb li balafireke keşfê ya tîpa Predator hatibû xistin.
NAVENDA NÛÇEYAN