
Bi hinceta FETO êrîşî Kurdan dikin
Hunermend Rotînda, anî ziman ku zextên li hemberî çapemeniyê nayê qebûlkirin û wiha peyivî: “Bi salan e ji Kurdan re mafê jiyanê nayê dayîn. Ev 40 sale têkoşîn tê meşandin û dixwazin dîsa vê têkoşînê ji nûve bidin destpêkirin. Bi hinceta cemaat, FETO êrîşî Kurdan û mixalifan kirin. Ev êrîşên li hemberî çapemeniyê bi tu awayî nayên qebûlkirin.”
‘Kanal û radyoyên hatine girtin dengê me ne’Hunermend Yasîn Boz, bi lêv kir ku piştî darbeya 15’ê Tîrmehê êrîşên li hemberî çapemeniya azad darbeya li aştî, azadî û demokrasiyê ye û wiha pêde çû: “Bi girtina Zarok TV dewlet dixwaze bingeha nasnameya me ji holê rake. Kanal û radyoyên hatine girtin dengê me ne. Em ê bi gelê xwe re li hemberî vê bêmafiyê dengê xwe heta dawî bilind bikin. Mafê tu kesî nîne ku dengê me qût bike. Em bang li her kesî dikin ku li hemberî van pêkanîn dengê xwe bilind bikin.”
‘Em ê xwedî li saziyên
Hunermend Memo Gul, da xuyakirin ku dema ew li dîroka komarê dinêrin, dibînin ku her tim li hemberî Kurdan polîtîkayên îmha û înkarê hatine meşandin û wiha domand: “Divê dewlet dest ji kîna xwe berde. Ez girtina ÎMC, Med Nûçe û kanalên din şermezar dikim. Em ê heta dawiyê xwedî li saziyên çapemeniya azad derkevin.”
‘Navê vê faşîzm e’
Hunermend Alî Îkîzler, destnîşan kir ku bi girtina dezgehan çapemeniyê nikarin bigihijin armanca xwe û wiha axivî: “Tirkiye bi îqtîdariya yek kesî tê birêvebirin. Navê vê faşîzma dîktatorî ye. Lê em ê li hemberî van polîtîkayên çewisandinê dengê xwe bilintir bikin û li ber xwe bidin.”
‘Rojnamegeriya Kurdî sûc e’
Hunermend Kewê jî wiha axivî: “Ji bo Tirkiye li hemberî mixalif û Kurdan zextên xwe bidomîne dixwaze OHAL’ê bide berdewam kirin û li hemberî vê dixwazin çapemeniyê bêdeng bikin. Li welatê ku xwe îfadekirina azad lê nayê zanîn rojnamegeriya Kurdî sûc e. Dewlet dixwaze dîrok û erdnîgariya me ji holê rake. Med Nûçe dengê gelê Kurd û derdorên demokratîk e. Her dem bû dengê rastiyê û bi weşana dikir xwe îspat kir. Divê ji 7 heta 70’ê salî rewşenbîr, hunermend, rêxistinên civaka sivîl, nivîskarû hemû aliyên demokrat her kes dengê xwe bilind bike. Ger ev alî nekevin nava tevgerê dê AKP bi OHAL’ê pirsgirêkan kûrtir bike.”
DÎHA/ENQERE