Mixabin Başûrê Kurdistanê her diçe dibe goristanek ji goristanên rojnamevanan. Hîna di ser qetilkirina rojnamevan û peyamnêrê ROJ NEWS ê Vedat Husên Elî re 4 meh derbas bûne û kujerên wî eşkere nebûye, vêca peyamnêrê Kanala KNN ê Şûkrî Amedî bi hovane hat qetilkirin. Ev rojnamevan beriya bên kuştin ji aliyê asayîşa KDP´ê ve bi dehan caran tên tehdîtkirin û li herêma di bin kontrola KDP´ê de tên qetilkirin. Raya giştî ya Kurd û cîhan jî dizane ku Herêma Zer di bin berpirsyariya KDP´ê de ye, KDP û serokê wê Mesûd Barzanî di asta yekê de berpirsyarên kuştina van rojnamevan in. Divê demildest û bi lezgînî bersiva vê berpirsyariyê bê dayîn.

Ev 4 roj in wenda bû

Rojnamevan û peyamnêrê Kanala KNN ê Şûkrî Amedî ku ev 4 roj bûn wenda bû, ti agahî jê nedihatin girtin, pêr di demên êvarê de li navçeya Amediyê, li gundekî vala cesedê wî hat dîtin. Navenda METRO ku li herêma Kurdistanê ji bo parastina mafên rojnamevanan hatiye damezirandin li ser qetla rojnamevan Şûkrî Amedî peyamek belav kir. Di peyama navenda METRO de terorkirina rojnamevan Amedî bi tundî tê şermezarkirin û tê xwestin ku kujerên wî kêlîkek zûtir bên dîtin û darizandin. 

Heta kû derê?

Wek tê zanîn li herêma Kurdistanê berê jî Soran Mame Heme, Ebdulsetar Tahir Şerîf, Serdeşt Osman, Kawe Germiyanî û Wedat Hisen Elî bi barbarî hatibûn qetilkirin û kiryarên wan jî bi awayekî zelalî nehatibûn girtin û eşkerekirin. 

Ya rastî ev ne cînayeta yekê ye û nejî dê bibe ya dawî. Pergala li Herêma Kurdistanê li ber pergalên terorê yên dewleta Tirk, Îran û Sûriyeyê hatin sazkirin. Di demên dawiyê de ji xwe herêma Başûr û dewleta Tirk wek cêwiyên ji hêkekê ne. Li Tirkiyeyê çawa terora dewletê li ser zanyar, nivîskar û rojnamevanan di asta bilinde ye, her wisa li herêma Başûr jî ev wek kopi tê dubarekirin. 

Kê, çima rojnamevanan dikuje ango zindanî dike? 

Bersiva vê pirsê diyar e. yên ji rastiyê ditirsin û naxwazin civak ronî bibe bi vî karî radibin. 

Wek tê zanîn di demên dawiyê de KNN li gelek deverên Başûr gelek dosyayên li ser gendeliyê ku beşek ji wan jî bi gendeliya petrolê ve girêdayî ne derxist hole û eşkere kir. Li Başûr sîtem çi ye? Çawa bi rê ve diçe? Yên aliyên binaxkirî û hatî veşartin derxin hole, helbet rojnamevan in. ev dibe sedem ku terora desthilatan a bêbext bi sere wan de bê…

Ev bêdengî ji bo çi ye?

Li aliyê din bertekên pêwîst ji raya giştî dernayên. Beşek ji Kurdan hene gava cînayet di bin berpirsyariya KDP´ê de bin derhal kor, ker û lal dibin. Ew bi aliyekî ve tên fahmkirin. Lê bertekên alî, kom, rêxistin û kesên demokrat û alîgirên mafên mirovan jî di asta pêwîst de dengê xwe dernaxin.

Divê demildest li welatên Ewrûpa, li pêş parlamentoyan û saziyên mafên mirovan, wisa jî saziyên rojnamevanan yên sinornenas û bê alî ji bo bertek û tevgerê bên vexwendin.

Şûkrî Zeynedîn ku bi navê Şukrî Amêdî tê naskirin di sala 1976’an de ji dayîk bûye. Xwedî malbetekê ye û 9 zarokên wî hene. Li gorî zanyariyên Kenalê KNN’ê ev 4 roj bû winda bû.


YEKO ARDIL